Dinya

Ji Îsraîlê bo penaberên Afrîkayî: "Yan herin û yan jî hûnê bikevin hepsê"

Qederê 40 hezar penaberên ji Afrîkayê ku rêvebiriya Îsraîlê wan naxwaze di nav du tercihan da mane ku yan wê bikevin hepsê û yan jî wê derkevin rêwîtiyeke nediyar.

Nihat Kavşut  | 17.02.2018 - Rojanekırın : 18.02.2018
Ji Îsraîlê bo penaberên Afrîkayî: "Yan herin û yan jî hûnê bikevin hepsê"

Ankara

TEL AVÎV

Qederê 40 hezar penaberên ji Afrîkayê ku rêvebiriya Îsraîlê wan naxwaze di nav du tercihan da mane ku yan wê bikevin hepsê û yan jî wê derkevin rêwîtiyeke nediyar.

Halofom Sultanê (34) ji Erîtreyê ku yek ji wan penaberan e ji ber ku jiyana wî ketiye talûkeyê 7 sal berê jin û zarokên xwe hiştiye û ji welatê xwe reviyaye.

Sultanê ku 3 hezar û 500 dolar daye qaçaxciyan pêşiyê derbasî Etiyopyayê bûye û peyra jî hatiye Sûdanê.

Piştî Sûdanê li ber penaberan du tercih hene: Terciha ewil talûke ye û divê penaber ji Çola Sehrayê derbas bibin û ji ser Libyayê da yan derbasî Ewropayê yan jî ji ser Misrê da derbasî Îsraîlê bibin.

- Afrîkayiyên ku ji ber zexta li welatên xwe revîne

Sultan jî wekî gelek Afrîkayiyên li Îsraîlê ku ji ber zexta li welatên xwe revîne dema li zanîngehê beşa dîrokê dixwîne di çalakiyên dijî hikûmetê da gelek caran hatiye girtin û gef lê hatiye xwarin.

Halofom Sultan ji ber ku Îsraîl jî di dîroka xwe da rastî gelek koçkirin û qetlîaman hatiye hêvî dike ku lê xwedî derkevin, lê rêvebiriya Îsraîlê bi gotina wî "nefret û cudakariyê" dike.

Sultan diyar kir hemû xelkê Îsraîlê li dijî penaberan nînin û wiha got: "Ev nefret û cudakarî di hikûmet û polêsan da heye. Hin kesên ku hikûmet alîkariya wan dike helwesteke wiha nîşan didin. Ji penaberan hez nakin û bi taybetî dijî reşikên Afrîkayê helwesteke wiha heye."

Meclisa Îsraîlê (Knesset) kanûna 2017an da qanûna ku destûrê dide penaber bi zorê ji welêt bên derxistin îmze kiribû.

Binyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê meha rêbendanê destnîşan kiribû ku bicîanîna vê biryarê ji bona ewlehiya sînor girîng e û gotibû ku Îsraîlê destûrê nede koça bi qaçaxî û yên hatine jî wê bên derxistin.

Îsraîl ji penaberan dixwaze ku wê 3 hezar û 500 dolar û pereyê bilêtê bidin wan da ku bi dilê xwe ji welêt derkevin û yan herin welatê xwe yan jî herin welatekî din. Wek mayîn heger vê qebûl nekin wê cezayê hepsê bixwin.

Penaberên ku heta 31ê adarê Îsraîl neterikandibin wê bikevin hepsê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın