Dinya

Kal û pîra ji Pakistanê dixwazin ji Xûtaya Rojhilat bên xilaskirin

Mehmûd Fadil Ekrem û jina wî Sekral Bîbî yên ji Pakistanê ne û 42 sal in li Xûtaya Rojhilatê dijîn dixwazin vegerin welatê xwe.

EKÎP  | 12.12.2017 - Rojanekırın : 13.12.2017
Kal û pîra ji Pakistanê dixwazin ji Xûtaya Rojhilat bên xilaskirin

Doğu Guta

XÛTAYA ROJHILAT/ANKARA 

Li Xûtaya Rojhilat ya herêma Şama paytextê Sûriyeyê ya ku ji hêla rejima Beşar Esed va hatiye dorpêçkirin jin û mêrekî ji Pakistanê yên ku li wir mehsur mane dixwazin vegerin welatê xwe.

Xûtaya Rojhilat 5 sal e ji hêla rejima Esed va hatiye dorpêçkirin û 400 hezar sivîlên ku li vir di nav şert û mercên nebaş de hewl didin bijîn.

Heta meha nîsanê jî bi qaçaxî, tunelên veşartî û bi saya bazirganan xwarin û xurek kêm be jî digihîşte Xûtaya Rojhilat. Lê ji ber ku rejimê û komên terorîst ên biyanî piştgiriyê dide wan dorpêçiyê zêde kirin, êdî ne mimkun e ku xwarin û derman bigihêje herêmê, ev jî jiyana rojane ya sivîlan dixe talukeyê.

Mehmûd Fadil Ekrem (72) û jina wî Sekral Bîbî (62) yên pakistanî yên ku di sala 1975an de ji bo ku kar bibînin li Cobara taxa Xûtaya Rojhilat bi cih bûn, niha hesreta welatê xwe dikşînin û dixwazin vegerin Pakistanê.

Ekrem û jina wî ji ber şerê navxweyî her tim koç dikin û ji ber rewşa nebaş nikarin debara xwe bikin.

Malbat pez, bizin û mirîşkan xwedî dike û bi şîr û hêkan ve debara dike.

Ji ber ku li herêmê sotemenî û tûp biha ye an jî nayê dîtin, jin û mêr zivistanê sergînên heywanê xwe dişewitînin û xwe germ dikin. Jin û mêr xurekê xwe jî li ser agirê sergînan çêdikin.

Nûçegihanê AAyê yê li Xûtaya Rojhilat xwe gîhande kalê û pîra pakistanî û kalê û pîrê jê ra qala jiyana xwe ya ku dilê meriv pê dişewite kir.

- Di odeya ku heywan tê da ne da radizên

Ekrem diyar kir ku ew di mala xwe da çar heywanan xwedî dike û bi sergînê wan heywanan va xwe germ dikin û wiha dewam kir: "Dema ku ez êvarê têm malê hewa pir sar e, em jî agir berdidin sergînan û xwe didin ber, germ dikin. Ez serê sibê heywanan dibim berdidim bostan ku biçêrin. Ji ber ku bi şev hewa sar e, odeya ku em lê radizên ez heywanan tînim wir."

- Bi belgê tûyê û cehê hêrayî va zikê xwe têr dikin

Ekrem got ku ew bi ceh û belgê tûyê va zikê xwe têr dikin û wiha dewam kir: "Em bi vî cehê kesk ê ku hûn dibînin va zikê xwe têr dikin. Em pêşiyê vî av dikin paşê jî dihêrin û dipêjin. Cehê ku em jê dixwin, em didin mirîşk û heywanên din jî. Em ji ber şert û mercên jiyana vê derê pir westiyan. Înşeallah çileya ku em dikşînin wê kêm bibe."

Ekrem destnîşan kir ku ew pir feqîr in û wiha dewam kir: "Ez her roj piçek ceh dibînim, dihêrim, dixim hevîr û pê nan dipêjim. Ji bilî wê em ji heywanan şîr û hêk tên û em zikê xwe bi wan têr dikin. Em li benda alîkariya kesên din in, em bi saya serê alîkariyên wan li heyatê ne."

Wekî mayîn Ekrem got ji ber ku jina wî ya ji Pakistanê zarokên wî çênebûn bi jineke ji Sûriyeyê ra zewicî û jê 6 zarokên wî çêbûn, ji vir demeke nêz berê jina wî ya ji Sûriyeyê wefat kir.

- "Malbata min nizane ku ez dijîm"

Ekrem diyar kir ku dixwazin di demeke kin da ji Xûtaya Rojhilatê derkevin û bangî hikûmeta Pakistanê kir û got, "Rewşa me zehf xirab e. Em di abluqayê da ne. Heke hikûmeta Pakistanê dikare alî bike bira me ji vê derê derxe."

Ekrem got ku zehf bîra malbat û welatê xwe kiriye û wiha pê da çû:

"Du birayên min hene. Yek Mehmûd Eşref e yek jî Mehmûd Elî ye. Malbata min nizane ku ez li vê derê me û dijîm. Di navbera me da têkilî tune. Ez dixwazim ku bira dengê min bigihêje wan. Bira bizanibin ku ez dijîm û di tengasiyê da me. Hêviya min ew e ku hikûmeta Pakistanê alîkariyê bide me û ez bigihêjim birayên xwe."

- "Ez bi şev ji ber êşa xwe bi giriyan ji xewê radibim"

Bîbiya jina Eşref jî got ji ber êşa pişta xwe nikare bi rihetî bimeşe û wiha axivî: "Çokên min zehf diêşin. Ji ber hewaya sar her aliyên min diêşin. Em nikarin li Xûtaya Rojhilatê ya dagirkirî derman bibînin. Ez bi şev ji ber êşa xwe bi giriyan ji xewê radibim. Diranên min jî diêşin, şikur elhemdulîllah, rebê min çi bêje ew dibe."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.