Dinya

Kar û barên hikûmeta federal a Amerîkayê bi fermî "sekinîn"

Li Amerîkayê pêşnûmaya budçeya berwext ji Senatoyê derbas nebû û li ser vê hikumeta federal a di bin serokatiya Trump da di salvegera xwe ya ewil da bi fermî hat girtin.

Abdullah Tel  | 20.01.2018 - Rojanekırın : 21.01.2018
Kar û barên hikûmeta federal a Amerîkayê bi fermî "sekinîn"

Washington DC

WASHINGTON

Li Senatoya Amerîkayê ji ber ku komên komarparêz û demokratan di mijara pêşnûmaya budçeya berwext da li hev nekirin, pêşnûma derbas nebû û li ser vê yekê jî hikumeta federal a Amerîkayê ya di bin serokatiya Donald Trump da di salvegera xwe ya ewil da bi fermî hat girtin.

Ji ber qebûlnekirina pêşnûmayê ji îro pê va li Amerîkayê wê gelek kar û barên saziyên dewletê bisekinin. Bi milyonan karmendên dewletê yan wê beleş bixebitin û yan jî wê ji mecbûrî îznê hildin.

Qewlê budçeya berwext a sêyemîn a ku kar û barên saziyên dewletê pê birêva dihat birin bi saeta Washingtonê di saet 00.00î da qediya. Di senatoyê da mensûbên hêlên komarparêz û demokratan li ser budçeya çaremîn a berwext li hev nekirin û di kongreyê da nesepandin. Li ser vê yekê hikûmetê jî ji ber têrnekirina çavkaniyên fînansî gelek kar û barên fermî yên dewlet birêva dibe da sekinandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.