Tirkiye, Dinya, Nûçeyên analîzê

Kes nikare pêşeroja Efrîqayê tarî bike

Dagirkirina Efrîqayê ji aliyê welatên Ewropayê, li pozekî biçûk yê bi navê Sagres ku digihê okyanûsa Atlasê, bi mekteba behrevaniyê ya ku kurê Qralê Portekîz Johnê 1emîn Henryê xwedî leqebê "Behrevan" li Portekîzê dest pê dike

10.05.2017 - Rojanekırın : 16.05.2017
Kes nikare pêşeroja Efrîqayê tarî bike

 ÎSTANBUL

Mêtingeriya emperyal ji sedsala 15an vir ve penceyên xwe ji Efrîqayê nakişîne. Loma jî xwedî tarîxeke wisa ye ku bi êşê hatiye terbiyekirin. Herçiqas di gelek kitêbên tarîxê de wek "Destpêka hewla Ewropayê ya ji bo fêmkirina dinyayê" bi awayekî nerm were tarîfkirin jî keşfên cografî ji bo Efrîqayê nîşaneya destpêka êşên mezin in.

Dagirkirina Efrîqayê ji aliyê welatên Ewropayê, li pozekî biçûk yê bi navê Sagres ku digihê okyanûsa Atlasê, bi mekteba behrevaniyê ya ku kurê Qralê Portekîz Johnê 1emîn Henryê xwedî leqebê "Behrevan" li Portekîzê dest pê dike. Kaşifên wek Vasco de Gama, Kristof Kolomb û Magellan di sireyên vê mektebê de perwerde bûne. Wek din însanên ku li pey dewlemendî û şohretê bûne jî bi piştgiriya dewletê ji vir mezûn bûne. Loma jî rêxistinbûyîna dezgeyî ya pêşîn ji bo mêtingeriya Efrîqayê li vir çêbûye. Keşfa Pozê Umîdê ku keştîvanê Portekîz Bartolomeu Dias di sala 1487an de dike, Vasco de Gama 1498an de Pozê Umîdê derbas dike û digihê Hindistanê. Ev pêngav ji bo kişandina dewlemendiyên parzemîna Efrîqayê bo Ewropayê serdemeke nû ye.

Dewletên Rojava, li hemberî dewlemendiya ku  dîtin xelk û dewletên Efrîqayê tune hesibandin û bi awayekî lezgîn dest bi xebatên kolekirin û kolonîkirina Efrîqayê kirine.

- Divê nêrîna ku îmaja welatên Efrîqayê xerab dike biguhere

Herçiqas piraniya welatên Efrîqayê piştî Şerê Cîhanê yê 2emîn gihîştibûn "serxwebûna siyasî" jî, îmaj û rewşa ku parzemîn tê de hîç neguherî. Xwedêgiravî dê Rojava medeniyet biriba Erîqayê. Lê berevajiyê vê niha şerê navxweyî, teror, bêîstiqrariya siyasî, rebenî û tabloyeke ku her cure krîz tê de hene li hemberî me ye. Mixabin têgihîştina rêxistinên arîkariyê yên navneteweyî û welatên pêşketî jî di neqebeke asê de ye. Gotinên ezber û îstismara hissiyatan tenê heye.

Nifûsa dinyayê ji sedî 15 li Efrîqayê dijî. Nifûsa Efrîqayê milyarek e. Xwedî dewlemendiyên binerdê û însanî ye. Petrol, xaz, zêr, elmas, daristan, av, berên behrê, giya û sedan wek van e.

Bi taybetî li vê derê xeberên li ser êrişên Boko Heram, Eş Şebab  û El Qaîdeyê tên çêkirin.

Ji bo guherîna îmaja Efrîqayê, geşedana wê û jiyaneke birûmet a xelkên wê xebatên jidil û durist bên meşandin. Divê were zanîn ku geşedan û dewlemendbûna Efrîqayê ji bo tu welatekî ne tehdîd e.

Li Efrîqayê heta niha 21 ofîsên TÎKAyê hatine vekirin û projeyên ji bo avakirina binyada parzemînê tên birêvebirin. Di warê daristan, heywandarî, seravanî, masîgirî û çandiniyê de piştgiriyeke mezin tê dayîn.

Di encamê de Efrîqa tu carî ne "Parzemîna Tarî" ye. Roja wê hîç kêm nabe. Gelek êş kişandine lê bi diranên xwe yên spî li rûyê însanan dikenin. Bişirîna wan kêm nabe. Dê pêşeroja zarokên vê parzemînê ronahî be. Tenê bila dinya ji vê bawer bike û semîmî be.

- Dr. Serdar Çam Serokê Ajansa Kordînasyon û Hevkariyê ya Tirkiyê - TÎKAyê ye.-

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın