Dinya

Koreya Bakur cardin fuzeya balîstîk ceriband

Sererkaniya Koreya Başûr daxuyand ku Koreya Bakur cardin fuzeya balîstîk ceriband

29.05.2017 - Rojanekırın : 29.05.2017
Koreya Bakur cardin fuzeya balîstîk ceriband

Ankara

SEUL

Hat ragihandin ku Koreya Bakur cardin fuzeya balîstîk ceriband.

Sererkaniya Koreya Başûr daxuyand ku fuzeya tê texmînkirin cureya wê Scud e ji rojhilatê herêma Wonsanê di saet 05.39an de hatiye avêtin. Fuze piştî 450 kîlometre çû kete behra Japonyayê.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Artêşa me li hember provokasyonên dibe ku ji hêla Koreya Bakur ve bên amade ye û geşedanan ji nêz va dişopîne."

Berdevkê hikûmeta Japonyayê Yoshîhîde Suga jî got fuze di navbera giravên Sado û Okiyê de ketiye behrê.

Koreya Başûr di nav 3 hefteyan de ev cara sêyemîn e, ji serê salê vir va jî cara nehemîn e fuzeya balîstîk diceribîne.

Di 21ê gulanê de fuzeya Pukguksong-2yan avêtibû.

Neteweyên Yekbûyî ji rêvebiriya Pyongyangê re qedexe kiribû ku ew teknolojiya fuzeyan pêşva bibe û fuzeyan bi kar bîne. Lê rêvebiriya Pyongyangê guh nade qedexeyan dîsa jî ceribadina fuzeyan dike.

Tê texmînkirin ku li Koreya Bakur ji heyama Yekîtiya Sovyetan gelek fuzeyên Scudê yên menzîla wan kin in hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın