Polîtîka, Dinya

Kurd dixwazin PKK ji Sûriyê were derxistin

Rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên kurdên Rojava ku ji 800 kesan pêk tên dixwazin PKK ji Sûriyê were derxistin

Muhammet Kurşun  | 24.03.2017 - Rojanekırın : 25.03.2017
Kurd dixwazin PKK ji Sûriyê were derxistin

Ankara

ANKARA

Kurdên Rojava dixwazin PKK ji Sûriyê were derxistin û rewşa herêmê aram bibe.

Rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û siyasetmedarên kurdên Rojava ku ji 800 kesan pêk tên daxuyaniyek belav kirin û tê de dixwazin PKK ji Sûriyê were derxistin.

Li gor daxuyaniya ku di malpera fermî ya PDKyê de hatiye weşandin, koma rewşenbîrên kurd ku ji 800 kesan pêk tê bal dikişînin ser wê yekê ku, "PKK bi navên cuda cuda li Rojava kiryarên terorîstî dikin. Deftera binpêkirinan a PKKyê dagirtî ye."

Herwiha tê destnîşankirin ku, ew kiryarên terorîstî yên PKKyê wiha ne:

-Eskeriya bi zorê li ser zarokên her temenî û cinsiyetê ferz dikin

-Zarokan bi zorê direvînin û wan ji bo armancên xwe dixebitînin

-Wergirtina xeracê û talankarî

-Rênedana xelkê ku vegerin ser erdê xwe

-Qedexekirina ragihandina azad

-Sepandina fêrkirina sîstema îdeolojîk

-Birçîhiştin û xistina bin kontrola sîstematîk

-Revandin û îşkencekirina wan kesên ku ji PKKyê cuda difikirin


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın