Dinya

Kurdên Sûriyeyê hewla Amerîkayê ya ji bo PYD/PKKê şermezar kir

Kurdên Sûriyeyî yên ku piştî êrîşa DEAŞa rêxistina terorê ya ser Kobanêya girêdayî Helebê xwe sipartin Tirkiyeyê bertek nîşanê hewla Amerîkayê ya ji bo PYD/PKKê wek artêş bi rêk û pêk bike dan

Elif Orhan  | 15.01.2018 - Rojanekırın : 16.01.2018
Kurdên Sûriyeyê hewla Amerîkayê ya ji bo PYD/PKKê şermezar kir

Şanlıurfa

ŞANLIURFA

Kurdên Sûriyeyî yên ku ji ber şerê navxweyî yên welatê xwe reviyan û xwe sipartin Tirkiyeyê û li konbajêra li Rihayê dimînin diyar kirin digel ku li herêmê pevçûn tunin ji ber tehdeyên PYDê nikarin vegerên malên xwe bertek nîşanê hewla Amerîkayê ya ji bo PYD/PKKê wek artêş bi rêk û pêk bike dan.

Hewla Amerîkayê ya ji bo artêşeke ku ji Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HDS) ên ku "paravanê PYS/PKKê ye" ava bike gelek Kurdên Sûriyeyî yên ku li konbajêra li navçeya Sirûcê dijîn dixe nav fikaran.

Adul Mistefaya ku bi qasî 4 sal beriya niha ji navçeya Kobanêyê ji ber pevçûnên dinavbera DEAŞ û PYDya rêxistinên terorê reviya daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku wê heyamê her tiştê xwe li pêy xwe hiştin û xwe sipartin Tirkiyeyê.

Adul Mistefayê da zanîn ku di dema pevçûnên di navbera DEAŞ û PYD/PKKya rêxistinên terorê de bi hezaran Kurdên Sûriyeyî hatin sînor û Tirkiyeyê deriyên xwe ji bo wan vekir û got ku Tirkiyeyê ew nehiştin hêviya mirinê.

Mistefayê destnîşan kir digel ku li herêmê pevçûn xilas bûn jî ji ber helwesta rêxistina terorê nikarin vegerin malên xwe û wiha axivî:

"Wir her cure tehdeyê tînin serê mirovan. Bi zorî zarokan hildidin eskeriyê, yên ku ji wan nebin jî mecbûrî koçkirinê dikin. Em difikirin ku emê wir di nav ewlehiyê de nebin ji ber wê jî nikarin biçin mala xwe. Em vir li bendê bn ku şer xilas be lê em piştgiriya hin welatan a ji bo rêxistinên terorê fehm nakin. Heke wiha biçe ev şer xilas nabe. Em êdi dixwazin ku ev şer xilas bibe."

- "Em Kurd in lê piştgiriyê nadin PYDê"

Ebdulkerîm el-Qasim jî got ku ji ber tehdeyên terorîstên PYDyî nikarin ku vegerên Kobanêyê û destnîşan kir ku heke terorîst biçin dê vegere mala xwe.

Qasim destnîşan kir ku Amerîka bi hinceta têkoşîna dijî DEAŞa rêxistina terorê piştgiriyê dide rêxistineke terorê ya din û ve yek jî ne li gor demokrasiyê ye û wiha axivî. "Em Kurd in lê em piştgiriyê nadin PYDê, ji ber ku ew ne ji bo xilasiya şer ji bo parçebûna welêt hewl didin. Dema rewş wiha be em fehm nakin ka çima Amerîka û welatên din piştgirî didin wan. Înşeallah dê Tirkiye dersa hewcedar bide wan. Em bi çar çavan li bendê ne ku cihên wekî Efrîn, Kobanê û Minbîcê jî wekî Cerablûsê bigihêjin azadiya xwe."

Rojîn Murada ku li konbajêrê mamostetiyê dike jî diyar kir ku ji ber şer û rêxistinên terorê yên li welatê xwe nikarin vegerin Kobanêyê û wiha axivî: "Ez vir mamostetiyê dikim tabi kî daxwaza min jî ew e ku ez li welatê xwe pîşeya xwe bikim. Ez li welatê xwe ne terorîstên DEAŞê ne jî yên PYDê dixwazim. Wekî welatiyên min ên din daxwaza min jî ew e ku ez wir azadane bijîm."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.