Dinya

Leşkerên Esed goristana Xiristiyanan talan kir

Li Sûriyeyê leşkerên rejima Beşar Esed goristina Xiristiyanan a li Xuteya Rojhilatê talan kirin.

Haydar Şahin  | 13.01.2018 - Rojanekırın : 14.01.2018
Leşkerên Esed goristana Xiristiyanan talan kir

Doğu Guta

XUTEYA ROJHILATÊ/ANKARA

Hat ragihandin ku li Sûriyeyê leşkerên rejima Beşar Esed goristina Xiristiyanan a li Xuteya Rojhilatê talan kirin.

Goristana Xiristiyanan a li Harestaya navçeya Xuteya Rojhilatê ya di dorpêça rejima Esed û alîgirên wê da ye bi destê leşkerên rejimê hat talankirin.

Husam el-Beyrûtiyê Serokê Meclisa Herêmî ya ku mixalifan li Harestayê ava kiribûn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku rejima Esed zirareke mezin da goristiana Xiristiyanan a li navçeyê.

Beyrûtî got, "Leşkerên rejimê di dema ku li herêmê man da ji bo amûrên biqîmet bibînin ser merzelan vekirin û zirar dan merzelan."

Beyrûtî got dema goristan dîtin şaş û metel man û wiha axivî: "Piştî ku mixalifên leşkerî hatin Harestayê em hatin goristanê û me dît ku goristina vegerandina xirabeyê. Kevir û kêlik hatibû şikênaştin û ser merzelan hatibûn vekirin, tabut hatibûn vekirin."

Beyrûtî destnîşan kir ku goristan di sala 1935an da hatiye avakirin, mixalif hewl didin ku goristanê qasî ku ji destê wan tê temîr bikin.

- "Ji bo zêr û amûrên biqîmet merzel vekirine"

Beyrûtî got, " Leşkerên rejimê barwer dikirin ku Xiristiyan bi amûrên qîmeta wan zêde ne va tên binaxkirin, ji bo zêr û amûrên biqîmet bibînin jî merzel vekirine. Tu sedemeke din tune ku vê nerindiyê bikin."

Beriya destpêka şerê navxweyî ji sedî 15ê gelê Harestayê ji Xiristiyanan pêk dihat, ji sala 2011î vir dajî herêm terk kirin.

Di sala 2012an da hêzên rejimê piraniya navçeyê hildabûn destê xwe. Lêbelê mixalifên leşkerî di van demên dawîn da pêş ketin û herêma ku goristan jî tev e paşda sitandin.

Wekî mayîn li navçeyê pevçûnên di navbera mixalifan û rejma Esed da dewam dikin, hêzên rejimê bombeyan di ser gelê sivîl da dibarînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.