Dinya

Leşkerên Îsrailê 23 filistînî binçav kirin

Leşkerên Îsrailê li bajarên cuda yên Şerîaya Rojava 23 filistîniyên ku mensûbê Hamasê ne, binçav kirin

23.07.2017 - Rojanekırın : 24.07.2017
Leşkerên Îsrailê 23 filistînî binçav kirin

Quds

RAMALLAH

 Hat ragihandin ku leşkerên Îsrailê li bajarên cuda yên Şerîaya Rojava 23 filistîniyên ku mensûbê Hamasê ne, binçav kirin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Şîn Beta servîsa îstixbarata navxweyî ya Îsrailê hat dayîn, li bajarên cuda yên Şerîaya Rojava di operasyona leşkerên Îsrailê da 23 filistîniyên ku mensûbê Hamasê ne, hatin binçavkirin.

Leşkerên Îsrailê îro serê sibê li başûrê Şerîaya Rojava bajarên Selfît û Erîhayê ji Meclisa Yasamayê ya Filistînê du parlemenenter hatibûn binçavkirin.

Hêzên Îsrailê li Şerîaya Rojava û Qudsa Rojhilatê ku di bin dagirkeriyê da ne, timî davêje ser malan û bi îdiayên cur be cur va filistîniyan binçav dike.

Li gor rapora saziyên ku Cemiyeta Hêsîran a Filistînê jî di nav da ye, amade kir di girtîgehên Îsrailê da nêzî 7 hezar filistînî hene. Ji wan 481 kes ji Qudsa Rojhilatê ne, 57 jê jin in û 300 jî jê zarok in.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.