Dinya

Li 81 bajaran Danezana Mafên Zarokan wê bê xwendin

Serokê Giştî yê Komeleya Dildarên Mafên Zarokan Kiliç: Di 20ê mijdarê Roja Mafên Zarokan a Dinyayê de li 81 bajaran di saet 11.30an de Danezana Mafên Zarokan wê bê xwendin."

ekip  | 19.11.2017 - Rojanekırın : 20.11.2017
Li 81 bajaran Danezana Mafên Zarokan wê bê xwendin

Ankara

ANKARA 

Mazlum Kiliçê Serokê Giştî yê Komeleya Dildarên Mafên Zarokan (ÇOHAG) got di 20ê mijdarê Roja Mafên Zarokan a Dinyayê de li 81 bajaran ewê di saet 11.30an de bi hev ra Danezana Mafên Zarokan bixwînin.

Kiliç der barê çalakiyên komeleya ÇOHAGê yên ji bo 20ê mijdarê Roja Mafên Zarokan a Dinyayê de agahî da nuçegihanê AAyê.

Kiliç got ji sala 2000an pê va bi hevkariya Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî û UNICEFê va di meha mijdarê de "Foruma Zarokan a Neteweyî" tê li darxistin.

Kiliç anî ziman 18emîn Foruma Zarokan a Neteweyî duh li Enqereyê hatiye despêkirin û wiha axivî: "Zarok li vir fikr, nêrîn û biryarên xwe li TBMMyê hizûra parlamenteran îlan dikin û hin daxwazên wan tên qebûlkirin. Ji komeleya me jî nuner beşdarî forumê dibin."

Ji bo avabûna ÇOHAGê Kiliç got zarokên ku di foruman da hîndekar bûn di sala 2007an de hatine bal hev û komele avakirine û wiha dewam kir: "Qasî 3 hezaran dildarên komeleyê hene. Wek komele li 70 bajaran em perwerdeya mafên zarokan didin."

Kiliç li ser xebatên ku wê sala pê bikin wiha axivî: "Dilê me heye em di nav sala 2018an da projeyeke komxebatê yeke pir mezin çêkin. Em plan dikin ku der heqê mijara mafên zarokan da li heft herêman hefte komxebatan çêkin."

Kiliç diyar kir ku di heman demê da wan projeya "Di nav 500 Rojî da 500 Bişirîn" da destpêkirin û wiha dewam kir:

"Me biryar da û em ê di meha gulanê da di nav 500 rojî da 500 zarokî kêfxweş bikin. Ango em li 500 zarokên feqîr bot, mont û ji bo xwendekaran jî alîkariya kirtasiyeyê bikin. Ev projeya me dest pê kir. Me vê gavê pêdiviya 250 zarokên xwe peyda kir. Xebatên me dewam dikin, em ji mirovên der û dora xwe jî alîkariyê berhev dikin."

Kiliç got, "Em ê di Roja Mafên Zarokan a Dinyayê da li 81 bajaran di saet 11.30î da Danezana Mafên Zarokan bixwînin. Hevalên me yên komîteyê wê li bajarên xwe li meydan û qadan bicivin û Danezana Mafên Zarokan bixwînin. Her wiha wê daxwazên xwe jî ji walîtiyên bajaran ra bêjin."

Kiliç diyar kir ku wan li zanîngehan jî civatên mafên zarokan çêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.