Dinya

Li Almanyayê xebatên ji bo avakirina hikûmetê têk çûn

Serokwezîra Almanyayê Merkel: "Ji bo ku rêyek bê dîtin ez dikarim bibêjim ku tiştekî nehatibe ceribandin nema. Ez dikarim vê li ser navê CDU û CSUyê bibêjim"

Türkan Tosun  | 20.11.2017 - Rojanekırın : 20.11.2017
Li Almanyayê xebatên ji bo avakirina hikûmetê têk çûn

Berlin

BERLÎN 

Serokwezîra Almanyayê û Seroka Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk a Xrîstiyanan (CDU) Angela Merkelê got partiyên Yekîtiya Xrîstiyanan (CDU/CSU) ji bo ku bikaribin bi Partiya Demokrat a Azad (FPD) û Partiya Keskan va koalîsyonê ava bikin di hevdîtinan her tişt kirin.

Ji bo avakirina "Koalîsyona Jamaîkayê" li Almanyayê hevdîtin çêbûn, lê Partiya Demokrat a Azad (FPD) ji maseya muzakereyê rabû. Piştî vê Merkel û Serokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Civakî ya Xrîstiyanan (CSU) Horst Seehofer bi hev ra daxuyaniyek dan.

Merkelê got bi partiyan re bi qasî 4 hefteyan muzakere hatin kirin û wiha axivî: "Ji bo ku rêyek bê dîtin ez dikarim bibêjim tiştekî ku nehatibe ceribandin nema. Ez dikarim vê li ser navê CDU û CSUyê bibêjim. Ji ber ku çareseriyeke hevpar nehat dîtin, ez xemgîn im. Me wisa bawer dikir ku em li ser rêyeke lihevkirinê ne. Ezê sibê bi Serokomar re biaxivim û der barê rewşê de agahiyê bidim wî. Paşê emê binêrin ka rewş dê çawa be. CDU û CSU emê bi hev ra berpirsiyariyê hildin ser milên xwe û wisa tevbigerin."

Serokê Giştî Partiya Yekîtiya Civakî ya Xrîstiyanan (CSU) Horst Seehofer jî got ew xemgîn e ku FDP ji muzakereyan vekişiyaye,.

Cem Ozdemirê Hevserokê Partiya Keskan jî FDP rexne kir ku ew çima ji maseyê vekişiyaye û got ji bo ku koalîsyon ava bibe heta kêliya dawîn jî wek partî wan hewl daye.

Li Almanyayê di 18ê cotmehê de hevdîtinên ji bo avakirina "Koalîsyona Jamaîkayê" di navbera partiyên CDU/CSU, FDP û Partiya Keskan de dest pê kiribûn û ji 4 hefteyan zêdetir dewam kiribûn. Lê partiya FDPyê duh bişev daxuyand ku ew ji hevdîtinan vedikişe. Niha avakirina hikûmetê wê çawa be hê rewş nediyar e.

Piştî vekişîna FDPê dibe ku hilbijartina pêşwext çêbibe an jî hikûmeta kêmhejmarê bê avakirin.

Ji ber ku rengên partiya ACDU/CSU, FDP û Keskan (reş-zer-kesk) bi hev ra rengên alaya Jamaîkayê pêk dianîn û dihat texmînkirin ku ewê bi hev ra kaolîsyonê ava bikin ji vê koalîsyonê re digotin "Koalîsyona Jamaîkayê".

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın