Dinya

Li Beyrûtê pêşangeha zarokên Sûriyeyê

Li Beyrûta paytexta Libnanê di çarçoveya projeyeke ji bona penaberan hat çêkirin de, peşangeha wêneyan hat vekirin.

Fatih Gazioğlu  | 14.10.2017 - Rojanekırın : 15.10.2017
Li Beyrûtê pêşangeha zarokên Sûriyeyê

Beyrut

BEYRÛT 

Li Beyrûta paytexta Libnanê di çarçoveya projeyeke ji bona penaberan hat çêkirin de, peşangeha wêneyan hat vekirin.

Pêşangeh bi arîkariya Wezareta Perwerdeya Neteweyî ya Libnanê û Konseya Avakirinê di çarçoveya "Projeya Perperokan" de hat vekirin. Pêşangeha ku li herêma "Downtown"ê hat vekirinê de, wêneyên 500 xwendekarên sûriyeyî û Libnanî yên ku li 22 dibistanên cuda perwerdeyê dibînin hatin nîşandan.

Wezîrê Perwedeyê yê Neteweyî Merwan Hammade daxuyaniyek da û wiha got: "Ez wekî wezîrekî libnanî dixwazim vê bibêjim. Ev zarokên bêguneh ji welatên xwe bi zorê hatine derxistin ev wêne çekirine. Bi rastî ev pêşangeheke gelekî bi wate ye."

Wezîr Hammade got ku bi saya vê projeyê zarokên sûriyeyî û libnanî hatin bal hev û wextekî gelekî bi kêfxweşî derbas kirin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın