Dinya

Li Çînê cejna remezanê

Mislimanên çînî yên ku rojekî dereng dest bi pîrozkirina cejna remezanê kirin, seba nimêja eydê berê xwe dan mizgeftan

Önder Beyter  | 26.06.2017 - Rojanekırın : 27.06.2017
Li Çînê cejna remezanê

Beijing

PEKÎN / BAKU

 Mislimanên li Çînê ku rojekî dereng dest bi pîrozkirina cejna remezanê kirin, seba nimêja eydê serê sibê berê xwe dan mizgeftan.

Li Pekîna paytexta Çînê welatiyên misilman çûn Mizgefta Niucie û li hewşa mizgeftê pêşiyê zikat dan, fitreyên xwe xweş kirin û paşê nimêja xwe ya eydê kirin.

Di têketin û derketina mizgeftê da tevdîrên ewlekariyê yên xurt, hêjayê baldariyê bû û herwisa mizgeft û gelek rêyên dora wê ji trafîqê ra hatin girtin.

Mizgefta Nuicie ku yek ji navendên tûrîstîk ên Pekînê ye û herwiha yek ji mizgeftên herî kevn ên bajêr e, wekî berhemeke şaristaniyê tê zanîn ku di serdema Sultan Ebdulhemîdê IIyemîn da wekî Zanîngeha Hemîdiye ya Pekînê dihat naskirin.

Ji hêla din, li Çînê ji 56 kêmaniyan 10 jê misilman in.

BAKU

Li Azerbeycana ku rojek piştî Tirkiyeyê, cejna remezanê hat pîrozkirin, welatiyên li Bakuya paytext berê xwe dan mizgeftan û çûn nimêja eydê.

Welatî herwiha bona nimêja eydê bi piranî çûn Mizgefta Îlahiyatê, Mizgefta Karaçukurê, Mizgefta Tezepîrê û Mescida Asîman.

Piştî nimêjê seba aramî û pêşketina welat, rizgarbûna Qerebax û deverên din ên dagirkirî û herwiha başî û xweşiya alema Îslamê, welatiyan dia kir.

Serokomar Îlham Aliyev jî bi boneya cejna remezanê peyam belav kir û eyda welatiyan pîroz kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın