Dinya

Li Çînê gundek di bin xweliyê da ma

Li Siçuana eyaleta li rojavayê başûrê Çînê hezaz çêbû û 141 kes di bin axê da man.

Nihat Kavşut  | 24.06.2017 - Rojanekırın : 25.06.2017
Li Çînê gundek di bin xweliyê da ma

Beijing

PEKÎN

 Li Siçuana eyaleta li rojavayê başûrê Çînê hezaz çêbû û 141 kes di bin axê da man.

Li gor agahiyên rayedaran li Şinmoya gundê Maoşîenê li gor saeta herêmê di 06.00an da hezaz çêbû.

Hat destnîşankirin ji ber hezazê 46 xanî û 141 kes di bin xweliyê da man.

Li gor agahiyan gund li bintara çiyê ye û ji çiyê xwelî û zinar tên xwarê.

Hat destnîşankirin ji bo xilaskirina kesên di bin xweliyê da man ekîbeke ji 300 kesî pêk tê şandine herêmê.

Rayedar destnîşan dikin ku qederê 3 milyon mêtrokup kevir û xwelî hatiye xwarê.

Ji bo xilaskirina kesên di bin axê da mane xebat dewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın