Dinya

Li Çînê lehî rabû: 56 kes mirin

Li aliyê başûrê Çînê ji ber barana gurr lehî rabû, di lehiyê de herî kêm 56 kes mirin, 22 kes jî winda bûn

Sevim Hatun  | 04.07.2017 - Rojanekırın : 05.07.2017
Li Çînê lehî rabû: 56 kes mirin

Ankara

PEKÎN

Hat ragihandin ku li aliyê başûrê Çînê ji ber barana gurr lehî rabû, di lehiyê de herî kêm 56 kes mirin, 22 kes jî winda bûn.

Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Sivîl a Çînê, 11 bajarên li aliyê başûrê Çînê lehî rabû, zêdetirê 11 milyonî mirov di bin bandora lehiyê de man, herî kêm 56 kes mirin û 22 kes jî winda ne.

Ji ber barana gurr gelek bajar di bin avê de man, ceyran qut bû û di çûnûhatinê de pirsgirêk derket.

Rayedarên meteorolojiyê ragihand ku barana gurr wê li aliyê başûrê welêt vê hefteyê dewam bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın