Dinya

Li Efrînê tunelên nû yên terorîstan hatin dîtin

Li rojavayê Efrînê li gundê Şedya yê girêdayî bajarokê Rajoyê kometunelên nû yên PYD/PKKyê hatin dîtin

18.02.2018 - Rojanekırın : 19.02.2018
Li Efrînê tunelên nû yên terorîstan hatin dîtin

Halab

EZAZ 

Di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku Artêşa Tirkiyeyê (TSK) û unsûrên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) bi hev ra li dar dixin da li rojavayê Efrînê li nêzîkî gundê Şedya yê girêdayî bajarokê Rajoyê tunelên nû yên rêxistina terorê PYD/PKKyê hatin dîtin.

Gundê Şedya di encama pevçûnên gur da hatibû kontrolkirin ku derket holê li dewrûbera gund li serê girê bilind rêxistina terorê kûleyên çavdêriyê yên beton û mewziyên asê çêkirine û herwiha koma tunelên ku bi hev va girêdayî ne hatine kolan. Unsûrên ASAyê ji aliyê ewlekariyê va kontrola tunelan kirin.

Li gorî ku peyamnêrên AAyê yên li herêmê radigihînin, koma tunelên binerd 2 mêtro bilind û fireh in. Koma tunelên ku piraniya wan ji bêtonê hatine çêkirin, kûleyên çavdêriyê û mewziyên asê bi hev va girêdidin. Di hundirê tunelan da beşên rûniştinê û depoyên muhîmatan jî hatine çêkirin.

Beriya niha jî li rojavayê bakurê Ezazê li Çiyayê Bûrseya û li gundê Qestel Cindo koma tunelên bi vî rengî hatibûn dîtin. Xuyaye ku rêxistina terorê van pergalên kometunelan li hemberî êrîşên asîmanî û guleyên topxaneyan diemilîne.

- Xebatên ewlekariyê didomin

Piştî ku gundê Şedya yê li rojavayê başûrê Rajoyê ji rêxistina terorê hat paqijkirin, hêzên ASAyê ku Artêşa Tirkiyeyê pişta wê dike, dest bi xebatên ewlekariyê kirin.

ASA xebatên lêgerîn û jinavbirina mayîn û teqemeniyên destçêkirî dike û herwiha ji bo edilandina ewlekariya hejmareke kêm a sivîlên ku li gund mane, xebatên xwe didomîne.

- Nîşandarên ASAyê nobetê digirin

Nîşandar Ebû Ebdullah ku mensûbê Ehrar Şerqiyeya girêdayî Şaxartêşa Yekemîn a Artêşa Neteweyî ye, tevlî fealiyetên ewlekariyê yên li gundê Şedyayê bû û li hemberî PYD/PKKyê nobetê digire.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın