Dinya

Li Efxanistanê êrîşî Zanîngeha Amerîkayê kirin: 13 kuştî

Li Kabula paytextê Efxanistanê êrîşî Zanîngeha Amerîkayê kirin, jê 7 xwendekar, bi giştî 13 kes mirin.

25.08.2016 - Rojanekırın : 25.08.2016
Li Efxanistanê êrîşî Zanîngeha Amerîkayê kirin: 13 kuştî

Ankara

KABUL

 Li Kabula paytextê Efxanistanê duh êvarê êrîşî Zanîngeha Amerîkayê ya ku li herêma Darul Amanê ye kirin. Di êrîşê de jê 7 xwendekar, bi giştî 13 kes mirin.

Amirê Buroya Cinayetê ya Kabulê Feraîdun Ubaîdî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku 2 êrîşkaran duh êvarê wesayîteke bombebarkirî li ber Zanîngeha Amerîkayê teqandin û pişt re ketin zanîngehê.

Ubaîdî got ku êrîşkaran li zanîngehê gule barandin û di navbera wan û hêzên ewlehiyê de pevçûn derket. Pevçûnê heta sibê dewam kir û 2 êrîşkar hatin kuştin.

Ubaîdî got ku di êrîşê de jê 7 xwendekar, bi giştî 13 kes mirin, 43 kes jî birîndar bûn.

Tu kesî hê berpirsyariya êrîşê hilneda stûyê xwe.

Li zanîngehê 1700 xwendekar perwerdeyê dibînin.




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.