Dinya

Erebistana Siûdî destûr da ku jin jî wesayîtan biajon

Dîwana Qraliyetê ya Erebistana Siûdî bi biryarnameya ku weşan de, îlan kir ku ji niha pê ve jin jî dikarin ehliyetê bistînin û wesayîtê biajon.

Elif Orhan  | 26.09.2017 - Rojanekırın : 27.09.2017
Erebistana Siûdî destûr da ku jin jî wesayîtan biajon

Riyad

RIYAD

Erebistana Siûdî bi biryarnameya ku weşan de, îlan kir ku ji niha pê ve jin jî dikarin ehliyetê bistînin û wesayîtan biajon.

Li gor nûçeya SPAya ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistana Siûdî ya bi biryarnameya bi îmzeya Qral Selman bin Ebdûlezîz hat diyarkirin ku "astengiya qanûnî ya ku nedihişt jin wesayîtan biajon hat rakirin."

Di biryarnameyê de hat diyarkirin ku wesayîtajotina jinan dê gelekî bifeyde be û hat gotin ku biryar hat dayîn ku pirsgirêkên di vê mijarê de bên çareserkirin.

Di biryarnameyê de dan zanîn ku tesdîqa piraniya endamên Lijneya Alîmên Payebilind hat sitandin û piştî ku ev guherîn hat kirin ji bo ku di warê dînê de tu pirsgirêk dernekeve dê tevdîrên hewcedar bên sitandin û hat xwestin ku wezaretên Karên Navxweyî, Darayî, Xebat û Pêşketina Civakî di nav 30 rojan de xebatên xwe pêşkêşî Lijneya Wezîran bikin.

Piştî ku xebatên ku dê wezaretên eleqedar ên guherînên qanûnî yên hewcedar bên temamkirin dê jin ji 23ê hezîrana 2018an pê ve bikarin ku ehliyetê bistînin û wesayîtê biajon.

Erebistana Siûdî li ser rûyê dinê tekane welat e qedexe ye ku ji wesayît biajon û ji ber fitûya ku Lijneya Alimên Payebilind wekî "Heram e ku jin wesayîtan biajon" hatibû dayîn nedikariyan ku guherîna qanûnî bikin.

Serokê Lijneyê Ebdûlezîz bin Baz û gelek alimên din ji bo ku jin bikarin wesayîtan biajon fitûya "heram" dan, hin alimên wekî Ebdûlezîz el-Şêx ev rexneyan li fitûyê digirin û dibêjin ku jin jî dikarin wesayîtan biajon. 

Li welêt ji bo ku "qanûna destûr dide ku jin jî wesayîtan biajon bê derxistin" ya ewil di sala 1990î de di salên 2011, 2013, 2014 û 2015an de gelek kampanya hatibûn lidarxistin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın