Dinya, Jiyan

Li Etiyopyayê pêwîstiya 7,7 milyon kesî bi xwarin û xurekê heye

Hat ragihandin ji ber xela û hişkayiya li hin eyaletên Etiyopyayê hejmara însanên pêwîstiya wan bi xwarin û xurekê heye ji 5,6 milyonî derket 7,7 milyonî.

Nihat Kavşut  | 28.04.2017 - Rojanekırın : 30.04.2017
Li Etiyopyayê pêwîstiya 7,7 milyon kesî bi xwarin û xurekê heye

Addis Abeba

ADDÎS ABABA

 Hat ragihandin ji ber xela û hişkayiya li hin eyaletên Etiyopyayê hejmara însanên pêwîstiya wan bi xwarin û xurekê heye ji 5,6 milyonî derket 7,7 milyonî.

Abebe Zewdieyê Berdevkê Komisyona Îdarekirina Afatê ya Neteweyî daxuyanî da ENAya ajansa nûçeyan a dewletê û destnîşan kir li eyaletên Oromo, Amhara û Xelk û Neteweyên Başûr xela 3u hişkayî heye.

Zewdie destnîşan kir hewcedarî bi 432 hezar ton xwarin xurekê heye û got hejmara însanên pêwîstiya wan bi xwarin û xurekê heye ji 5,6 milyonî derket 7,7 milyonî.

Hefteyên borî Ofîsa Kordînasyona Alîkariya Însanî ya Neteweyên Yekbûyî (UNOCHA) û Komisyona Îdarekirina Afatê ya Neteweyî daxuyaniya hevbeş dabûn û destnîşan kiribûn di mehên pêş da dibe nexweşînên şov û şewbê derkevin.

Wek mayîn hatibû destnîşankirin 4,4 milyon kes jî pêwîstiya wan bi midaxeleya tibî heye.

Mîtîku Qessayê Serokê Komisyona Îdarekirina Afatê jî daxuyanî dabû nûçegihanê AAyê Û destnîşan kiribû ji dewletê milyarek dolar daxwaz kiriye, lê piraniya vî pereyî nehatiye çareserkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın