Dinya

Li Iraqê dengdayînê dest pê kir

Hilbijêrên xelqê Tirkiyeyê yên ku li Herêma Kurdistana Iraqê dijîn ji bo referanduma 16ê nîsanê ya guherîna qanûna bingehîn a Tirkiyeyê dest bi avêtina rayên xwe kirin.

08.04.2017 - Rojanekırın : 09.04.2017
Li Iraqê dengdayînê dest pê kir

Arbil

HEWLÊR

 Hilbijêrên ji Tirkiyeyê yên ku li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) dijîn ji bo referanduma 16ê nîsanê ya guherîna qanûna bingehîn a Tirkiyeyê dest bi avêtina rayên xwe kirin.

Welatiyên ku şebeqê zû hatin Serkonsolosxaneya Hewlêrê ya Tirkiyeyê rayên xwe avêtin.

Mehmet Akîf Înamê Serkonsolosê Hewlêrê yê Tirkiyeyê piştî ku raya xwe avêt daxuyanî da nûçegihanan û got: "Ev cara ewil e ku em li Hewlêrê sandiqê vedikin. Ji ber vê em zehf kelecanî ne û avêtina raya ewil jî bû nesîbê min. Li gor agahiyên ku Lijneya Bilind a Hilbijartinê da me, hezar û 926 hilbijêr li ser Serkonsolosxaneya me ya Hewlêrê qeydkirî ne. Li tevahiyê Iraqê jî kêm zêde 3 hezar hilbijêrên me hene."

Alî Haydar Sariyê ku ji bo perwerdeyê ji Agiriyê hatiye Hewlêrê jî got, "ji ber ku ez li ser hilbijêrên li dervayê welêt qeydkirî me min li Hewlêrê raya xwe avêt. Li navenda hilbijartinê bi awayekê baş li me pêşwazî kirin ez zehf kêfxweş bûm."

Hilbijêr ji kontrola ewlehiyê tên derbaskirin û derbasî ciyê sandiqan dibin, piştî kontrola nasnameyê dengê xwe didin. Welatiyên ku diçin dengdayînê dibê nasnameya xwe ya ku li ser nimareya T.C.yê heye an jî pasaporta xwe nîşanî wezîfedaran bidin.

Tê gotin ku kêm zêde 3 hezar hilbijêrên welatiyê Tirkiyeyê yên ku li Iraqê dijîn dikarin hetanî 9ê nîsanê saet 21.00î rayên xwe biavêjin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.