Dinya

Li Iraqê merasima "serfiraziya dijî DEAŞê"

Li Bexdayê ji ber"serfiraziya dijî DEAŞê" merasîma leşkerî hat lidarxistin.

10.12.2017 - Rojanekırın : 11.12.2017
Li Iraqê merasima "serfiraziya dijî DEAŞê"

Baghdad

BEXDA 

Li Bexdaya paytexta Iraqê ji ber "serfiraziya dijî DEAŞê" merasîma leşkerî hat lidarxistin.

Merasîm li navenda Bexdayê li Herêma Kesk a ku avahiyên hikûmetê lê ne û tê parastin, hat lidarxistin. Serokwezîr û Serfermandarê Hêzên Çekdar Heyder el-Ebadî, rayedarên din ên dewletê û nûnerên hin mîsyonên biyanî beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîma leşkerî da ligel şaxên artêşê, teşkilata polêsan û hin grûbên Heşda Şabî numayîş kirin. Firokeyên cengê jî firîna numayîşê kirin.

Ebadî duhê axaftina serfiraziyê kiribû û ragihandibû ku wan li dijî DEAŞê serfiraziya teqez bi dest xist.

Li wî welatî ji ber serfiraziyê îro wekî betlane hatibû ragihandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın