Dinya

Li Koreya Başûr şewba mirîşkan

Berpirsan ji bo ku şewb belav nebe ji 654 hezarî zêdetir mirîşk û werdek telef kirin.

Önder Beyter  | 02.01.2018 - Rojanekırın : 02.01.2018
Li Koreya Başûr şewba mirîşkan

Ankara

ANKARA

Koreya Başûr ragihand ku li deverên rojavayê başûrê wî welatî ji bo ku arsima mirîşkan belav nebe, ji 654 hezarî zêdetir mirîşk û werdek hatin telefkirin.

Li gorî nûçeya ajansa Yonhapê, berpirsên karantînayê li herêma Gochang ku 240 kîlomêtro li rojavayê başûrê paytext Seulê ye, li çêwlikeke werdekan patojenîka zir H5N6 vîrusa arsima mirîşkan tespît kir. Berpirsan ragihand ku ji mijdara 2017an vir va ji 654 hezarî zêdetir mirîşk û werdek hatin telefkirin.

Wezîrê Çandinî, Xida û Karûbarên Gundan Kim Yung Rok di 20ê mijdara borî da ragihandibû, ji ber vîrusa ku li çêwlika navborî hat tespîtkirin, li seranserê welat kirîn firotana mirîşk û werdekan bo 48 saetî hat qedexekirin.

Kim diyar kiribû ku qedexeya dijî şewba vîrusê, wesayît û karkerên çêwlikê jî di xwe da dihewîne û wiha destnîşan kiribû, "Li seranserê welat der heqê çêwlikên mirîşk û werdekan û tesîsên din da di asta herî jor da tevdîr hatin standin."

Li Koreya Başûr par di şewba grîba mirîşkan da bi milyonan mirîşk û werdek hatibûn îtlafkirin.

Li dinyayê di mehên ewil ên sala 2004an da vîrusa grîba mirîşkan di nava mirîşk û heywanên din ên bibask ên li Çîn, Endonezya, Koreya Başûr, Hong Kong, Japonya, Kamboçya, Laos, Tayland û Vîetnamê da hatibû tesbîtkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.