Dinya

Li Libyayê 120 penaber hatin xilaskirin

Hêzên behre yên Hikûmeta Lihevkirina Neteweyî li peravên Ez Zaviyeyê 120 penaber xilas kirin

Abdullah Tel  | 20.02.2018 - Rojanekırın : 20.02.2018
Li Libyayê 120 penaber hatin xilaskirin

Libyan

TRABLUS 

Hat ragihandin ku hêzên behrê yên girêdayî Hikûmeta Lihevkirina Neteweyî (UMH) li peravên Ez Zaviyeyê 120 penaberên qaçax xilas kirin.

Ji Ewlehiya Kersaxa Trablusê Mîralay Eşref el-Bedrî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li ser îxbara "li ser behrê di hundirê kelekekê da penaber hene" dest bi operasyonê kirin.

Bedrî ragihand ku di operasyonê da 120 penaberên ji deverên curbecur ên parzemîna Efrîkayê hatin xilaskirin.

Di daxuyaniyeke berê hatibû dayîn da jî hatibû gotin ku li peravên bajara Zuvarrayê jin û zarok jî di nav da 324 penaberên kaçax hatin qefaltin.

Li gor çavkaniyên herêmî û navneteweyî li Libyayê, ji 24 bajaran penaber hene. Ji sedî 95ên wan dixwazin ku ji Behra Spî derbas bibin û xwe bigihijînin Ewropayê.




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.