Dinya

Li Munihê êrîşa bikêr

Polêsan daxuyand ku di êrîşê de gelek kes birîndar bûne. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.

Fatih Gazioğlu  | 21.10.2017 - Rojanekırın : 22.10.2017
Li Munihê êrîşa bikêr

Berlin

BERLÎN 

Hat ragihandin ku li Muniha bajarê Almanyayê êrîşkarekî gelek kes bikêrê birîndar kirine.

Li gor daxuyaniya polêsên Munihê ya ku li ser medyaya civakî de dan, êrîşkarekî 40 salî li Qada Rosenheîmerê bikêrê êrîş kir û gelek kes birîndar kirin.

Hat gotin ku piştî bûyerê êrîşkar reviye û xebatên ji bo girtina wî bir arîkariya firokeyê dewam dikin.

Hat diyarkirin êrîşkar bi bibisqêlet e, cakîtekî kesk û eşofmanekî gewr li xwe kiriye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku hê sedema êrîşê nayê zanîn û tu talûkeya jiyana birîndaran jî nîne.




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın