Dinya

Li Parîsê polêsekî 3 kes kuştin

Li banliyoya Sarcelles a Parîsa paytexta Fransayê, polêsekî 3 kesên ku tê diyarkirin xezûr û cîranên wî ne, kuştin û dû ra gule berda xwe

Önder Beyter  | 19.11.2017 - Rojanekırın : 20.11.2017
Li Parîsê polêsekî 3 kes kuştin

Ile-de-France

PARÎS

Li banliyoya Sarcelles a Parîsa paytexta Fransayê, polêsekî 3 kesên ku tê diyarkirin xezûr û cîranên wî ne, kuştin û dû ra gule berda xwe.

Bûyer li banliyoya Sarcelles a li bakurê Parîsê ber bi nîvê şevê qewimî.

Li gorî nûçeya rojnameya Le Parisien, polês bi demançeya xwe ya peywirê pêşiyê gule berda xezûr û xwesiya xwe û paşê jî berê xwe da cîranên ku xwestin bibin navçîn.

Hat ragihandin, ekîbên alîkariya pêşîn ên ku hatin ciyê bûyerê li hundir rastî bedenê bêgiyan ê xezûr hatin û herwiha midaxaleyî xwesiya ku bi awayekî xedar birîndar bûbû, kirin. Hat destnîşankirin ku bedenê bêgiyan ê cîranekî di hundirê wesayîtê da dîtin, bedenê bêgiyan ê cîranekî din jî li rexê wesayîtê dîtin.

Hat gotin, polêsê ku li Ewlekariya Parîsê peywirdar e paşê li baxçeyê heman xaniyî dawî li jiyana xwe anî.

Lêpirsîna der barê bûyerê da berdewam e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın