Dinya

Li Pekîna paytextê Çînê şewat: 19 mirî

Li Pekîna paytextê Çînê agir bi avahiyekê ket, di şewatê da 19 kes mirin.

Ferizat Kaya  | 19.11.2017 - Rojanekırın : 20.11.2017
Li Pekîna paytextê Çînê şewat: 19 mirî

Beijing

PEKÎN

Hat ragihandin ku li Pekîna paytextê Çînê agir bi avahiyekê ket, di şewatê da 19 kes mirin.

Li gor xebera ajansa Şînhûayê, li herêma Daşînga Pekînê di avahiyekê da şewat derket. Di şewatê da 19 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku piştî bûyerê ekîben tenduristiyê û agirkûjiyê çûn cihê bûyerê. Ekîbên agirkujiyê şewat bi tevahî vemirandin û birîndar sewqî nexweşxaneyan hatin kirin.

Her wiha hin kes der barê şewatê da hatin binçavkirin û polêsan lêpirsîn dan destpêkirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın