Dinya

"Li pişt êrîşên ser baregehên ûris Tirkiye tune"

Serokê Rûsyayê Pûtîn: "Em dizanin ku kî li pişt êrîşên ser baregehên Rûsyayê yên li Sûriyeyê heye. Li pişt van êrîşan dewleta Tirkiyeyê û artêşa tirkan tune."

Elif Orhan  | 11.01.2018 - Rojanekırın : 12.01.2018
"Li pişt êrîşên ser baregehên ûris Tirkiye tune"

Moskova

MOSKOW

Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir ku der barê êrîşên li ser baregehên Rûsyayê yên li Sûriyeyê bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re li ser telefonê axivî û got ku "Em dizanin ku kî li pişt êrîşên ser baregehên Rûsyayê yên li Sûriyeyê heye. Li pişt van êrîşan dewleta Tirkiyeyê û artêşa tirkan tune."

Pûtîn di civîna ku li paytetx Moskowê bi nûnerên saziyên çapemeniyê yên ûris re kir de daxuyanî dan û da zanîn ku êrîşên ser baregehên Hmeymîm û Tartusê yên Rûsyayê ji bo ku Tirkiye jî di nav de navbera Rûsyayê bi hevkarên wan re xira bike tên kirin.

Pûtîn destnîşan kir ku êrîşên ku li baregehên wan ên li Sûriyeyê bi balafirên bêmirov tên kirin bi hûrgulî hatine plankirin û got ku "Droneyên ku di êrîşan de hatine bikaranîn hewl didin ku wekî çêkirina destan nîşan bidin û kamûfle bikin."

Pûtîn diyar kir ku bi Serokomar Erdogan re jî der barê mijarê de li ser telefonê axivîn û got ku "Em dizanin ku kî êrîşên ku tên kirin provoke dike û kî li pişt wan heye. Ez bawer im ku li pişt van êrîşan dewleta Tirkiyeyê û artêşa tirkan tune."

Di nûçeya rojnameya Rûs Kommersantê ya ku di 4ê kanûna paşîn hat weşandin de hatibû îdiakirin ku di êrîşa hewanê ya ku "komên mixalif" di 31ê kanûna pêşîn a 2017an de bi ser baregeha Hmeymîmê de ji 10î zêdetir esker mirin û herî kêm 7 balafirên şer jî ew qas xisar dîtin ku êdî nikarin bi kar bînin.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê îdia "qismen" derewandibûn û dabû zanîn ku di êrîşên ser baregehan de 2 esker mirin, îdiayên dibêjin ku 7 balafirên şer jî hatine îmhekirin rast nînin.

Êrîşê "Tevgera Elewiyên Azad" a ku berê navê wê nehatibû bihîstin hildabû ser xwe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın