Dinya

Li Qudsê çalakiya piştî nimêja înê

Polêsên Îsraîlê xaza rondikrêj û sprey bi ser cimaeta ku piştî nimêja înê beşdarî çalakiya protestoyê bûn da reşand.

Abdullah Tel  | 15.12.2017 - Rojanekırın : 15.12.2017
Li Qudsê çalakiya piştî nimêja înê

Quds

QUDIS

Polêsên Îsraîlê xaza rondikrêj û sprey bi ser cimaeta ku piştî nimêja înê beşdarî çalakiya protestoyê bûn da reşand.

Şêniyên Qudisê ji bo biryara Serokê Amerîkayê Donald Trumpê "Qudsê wek paytextê Îsraîlê qebûl kir" protesto bikin çalakiyê li dar dixin.

Çalakvanên ku nimêja înê li Mescida Eqsayê kirin kom bûn û alayên Filistîn, Malezya, Cezayir û Tirkiyeyê vekirin û ber bi Deriyê Şamê va meşiyan.

Polêsên Îsraîlê yên kuçe û kolanên Qudsê girtine destûr nedan ku milet ber bi Deriyê Şamê va biçe.

Polêsan xaza rondikrêj û spreyê bi ser çalakvanan da reşand û xwest milet ji hev biqetîne û binçav bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.