Dinya

Li Reqayê di nav 24 saetên dawîn de herî kêm 54 kes hatin kuştin

Li Sûriyeyê di êrişa ser Reqayê de, di nav 24 saetên dawîn de herî kêm 54 sivîl hatin kuştin.

Sevim Hatun  | 20.07.2017 - Rojanekırın : 20.07.2017
Li Reqayê di nav 24 saetên dawîn de herî kêm 54 kes hatin kuştin

Istanbul

ÎSTANBUL

Li Sûriyeyê di êrişa ser Reqayê de, di nav 24 saetên dawîn de herî kêm 54 sivîl hatin kuştin.

Li gor agahiyên li ser tora medyaya civakî ya bi navê "Reqa bi bêdengî tê qetilkirin" a aktivîstên li dijî DEAŞ û PKK/PYDê hatin parve kirin, di 24 saetên dawî de hêzên koalisyonê zêdetirê 70î êrîşên esmanî, hêzên Artêşa Sûriyeyê ya Azad jî zêdetirê 800î top avêtin ser herêmê.

Platformê daxuyakirin ku di êrişên esmanî yên ser taxa Nazel Şahda û Set El Devleya Reqayê de herî kêm 18 sivîl mirin, herwiha 14 sivîlên hewl didan ji ber êrişên DYA û PKK/PYDê yên ser Reqayê birevin jî pê li mayinên DEAŞê li herêmê bi cî kiribû kirin û di encama teqînê de mirin.

Li gor agahiyên ku platformê da, di êrişên balafirên şer ên Rûsyayê yên ser taxa Madan û Zor Şamirê de jî ji wan 11 zarok herî kêm 22 sivîl hatin kuştin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın