Dinya

Li ser daxwaza Çînê qîmeta kerên Nîjeryayê zêde bû

Ji ber ku Çîn ji bo pêdiviya xwe ji welatên Afrîkayê keran îdxal dike, li Nîjeryayê bihayê keran zêde bû.

İbrahim Atmaca  | 21.12.2017 - Rojanekırın : 21.12.2017
Li ser daxwaza Çînê qîmeta kerên Nîjeryayê zêde bû

Abuja

ABUJA 

Ji ber ku Çîn ji bo pêdiviya xwe ji welatên Afrîkayê keran îdxal dike, li Nîjeryayê bihayê keran zêde bû.

Xweyêkerê kerên dermale Îbrahîm Maîjakî û beytar Dr. Ehmed Ebdulhemîd Fagge pirsên rojnamegerê AAyê bersivandin û got ku Çîn ji bo xida, tib, derman û melhemên çerm û gelek tiştên din keran û berên keran bi kar tîne. Ji ber van pêdiviyên Çînê li Nîjeryayê bihayê keran zêde bû.

Maîjakî diyar kir, ji ber ku hin welatên Afrîkayê îxracata keran da sekinandin, Çînê berê xwe da Nîjeryayê û ev jî bû sedem ku li Nîjeryayê bihayê keran 3 û 4 qatan zêde bû.

Maîjakî wiha dewam kir: "Çînî ji bo pêdiviyê peyda bikin dest pê kir û bi rêya şirketên taybet va ji welatên Afrîkayê goşt û çermê keran pir îdxal dike. Lê ji ber ku ker zêde hatin kirîn, welatan îxraca keran da sekinandin."

Maîjakî destnîşan kir ku piraniya welatên Asyayê ji Afrîkayê keran îdxal dikin û wiha dewam kir "Herî zêde Çîn dewa keran dike û bi taybetî jî ji bo çandiniyê ker êdî şûna makîneyan da tên bikaranîn. Ker di qada tenduristî, xida û derman û melhemên çerm da jî tê bikaranîn."

Maîjakî diyar kir, kerên ku berî niha bi 40 dolarî dihatin firotin niha bi 150-200 dolarî tên firotin.

Beytarê nîjeryayî Dr. Ehmed Ebdulhemîd Fagge jî wiha got: "Li balafirgeha navneteweyî ya Nîjeryayê gelek çermên keran hatin bidestxistin. Wiha here li Nîjeryayê koka keran wê biqele."

Dr. Fagge diyar kir ku ji kerên Nîjeryayê sedî 70 an jî 80 Çîn di serî da îxracî welatên Asyayê dibe, hinek tên serjêkirin û goştê wan îxrac dibe, hinek jî zindî tên îxrackirin.

Çîn ji çermê keran jelatîneke bi navê "ejiao"yê çêdike û dixe nav berheman. Ji berhemên ku jelatîna "ejiao"yê tê da hene ra îksîra ciwaniyê tê gotin û ev berhem herî zêde di qada tibê da tên bikaranîn. Li gor îstatîstîkan li Çînê ji bo van berheman her sal 4 milyon ker tên serjêkirin.

Li gor texmînê li ser rûyê dinyayê 50 milyon ker hene. Li gor daneyên The Donkey Sanctuaryê ku navenda wê li Îngiltereyê ye, li ser rûyê dinyayê herî zêde ker li Etiyopyayê hene.

Li welatên Botswana, Burkîna Faso, Malî, Nîjer, Senegal, Gana, Tanzanya û Ugandayê bikaranîna çermê keran hatiye qedexekirin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.