Dinya

Li Swîsreyê nîqaşên li ser îslamê

Serokê Partiya Demokrat a Sosyal a Swîsreyê Levrat: "Li Swîsreyê 400 hezar misilman hene û ji wan 160 hezar bi paseporta Swîsreyê dimînin. Yanî dînê îslamê aîdê welatê me ye"

Sevim Hatun  | 20.11.2017 - Rojanekırın : 20.11.2017
Li Swîsreyê nîqaşên li ser îslamê

Geneve

CENEVRE

Serokê Partiya Demokrat a Sosyal a Swîsreyê Christian Levrat cardin pêşnumaya ji bo îslam di fermiyetê de bê qebûlkirin pêşkêş kir. Levrat piştgirî da xebatên Wezareta Karên Navxweyî ya Diyanetê.

Levrat ji rojnameya SonntagsZeitungê re axivî û wiha got: "Li Swîsreyê 400 hezar misilman hene û ji wan 160 hezar bi paseporta Swîsreyê dimînin. Yanî dînê îslamê aîdê welatê me ye."

Levrat got ku li welêt nêzî 240î mizgeft hene û îdia kir ku ji vana hinek ji bo radîkalbûnê hewl didin û wiha nirxand: "Herdu alî jî mecbûr in gavan biavêjin."

Levrat got ku partiya min dixwaze îslam bikeve nav dînên fermî û got ku ew digel endamên partiyê yên ku fikra wan yek e xebata "xaçerêya îslama swîsreyî" birêve dibin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın