Dinya

Li Sûriyeyê ji hewayê êrişî nexweşxaneyê kirin

Di êrişên li ser gundê Duweyleyê û nexweşxaneya li Kefer Teharîma navçeya Îdliba bajarê Sûriyeyê da herî kêm 15 sivîl hatin kuştin, 8 kes jî birîndar ketin

Haydar Şahin  | 25.04.2017 - Rojanekırın : 25.04.2017
Li Sûriyeyê ji hewayê êrişî nexweşxaneyê kirin

İdlib

ÎDLIB

Di êrişên li ser gundê Duweyleyê û nexweşxaneya li Kefer Teharîma navçeya Îdliba bajarê Sûriyeyê da herî kêm 15 sivîl hatin kuştin, 8 kes jî birîndar ketin.

Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê yê li Îdlibê da, îro destê sibê gundê Duweyleyê û nexweşxaneya li Kefer Teharîma navçeya Îdliba bajarê Sûriyeyê ya li nêzîkî sînorê Tirkiyeyê rastî êrişa ji hewayê hatin.

2 ambûlansên li pêşiya nexweşxaneyê bûn xurde, avahiya nexweşxaneyê jî zirareke mezin dît, êdî nikarin lê xizmetê bidin.

Li nexweşxaneyê kesek nemir. Li gundê Duweyleyê jî 15 sivîl mirin, 8 sivîl jî birîndar ketin.

Hê tam nayê zanîn ku êriş bi destê kê hatin kirin.

Rejima Beşar Esed do jî êrişî Xan Şêxûna navçeya Îdlibê kiribû û di êrîşê da 6 sivîl miribûn, 10 kes jî birîndar ketibûn.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.