Dinya

Li Xûtaya Rojhilat mirin li deriyê stargehan jî dixe

Li Xûtaya Rojhilat rejima Esed di nava çend rojan da bi sedan sivîl kuştin. Li Xûtaya Rojhilat ji bo ku ji mirinê bifilitin çareya dawîn a xelkê stargeh, jêrzemîn û tunel in

Önder Beyter  | 25.02.2018 - Rojanekırın : 26.02.2018
Li Xûtaya Rojhilat mirin li deriyê stargehan jî dixe

Doğu Guta

XÛTAYA ROJHILAT/ANKARA

Li Şama paytexta Sûriyeyê rejima Beşar Esed û Rûsya ji beja û asîman êrîşên gur û tund dibin ser Xûtaya Rojhilat. Xelkê Xûtaya Rojhilat ê ku bi van êrîşan va mafê wan ê jiyanê ji wan tê standin, ji bo ku nemirin, wekî çareya dawîn xwe di binê erdê da vedişêrin.

Herêma Xûtaya Rojhilat ku li rojhilatê paytext Şamê ye û di kontrola mixalifan da ye, ev hefteyek e rastî êrîşên asîmanî û bejayî yên gur û tund tê.

Ji ber êrîşên rejim, alîgirê wê Rûsya û komên dereke yên terorîst ku ev hefteyek e dewam dikin, herêm bi temamî kavil bûye. Li vir ji neçariyê û ji bo ku nemirin, sivîl xwe di binê erdê da vedişêrin.

Di stargehên binerd ên ku sivîl tê da dimînin da tu zad, xurek û derfetên starê tunene. Ji ber êrîşên asîmanî û bejayî yên ku qet ranawestin, her ku diçe zêdetir însan mecbûr dimînin ku bikevin stargehên binerd. Ji ber hindê jî xebatên kolana tunelan dewam dikin.

Xelkê Xûtaya Rojhilat ê ku mafê wanê jiyanê ji wan hatiye standin, ji ber mirin û bordûmanên tund di stargehên binerd da asê mane.

- "Zarok heger di êrîşan da nemirin wê ji birçîna bimirin"

Dayîk Um Mihemed ku tevî zarokên xwe ketiye stargeheke binerd, ji peyamnêrê AAyê yê li Xûtaya Rojhilat ra behsa serhatiya xwe ya dijwar kir.

Mihemeda ji Xûtaya Rojhilat wiha xeberda, "7 sal e bi balafiran êrîşî zarokên ji Xûtaya Rojhilat dikin. Hewce nake evçend êrîş bikin. Jixwe heta çend rojan hemû wê ji birçîna bimirin. Tu firûn û beqaleke vekirî tuneye. Zarok heger di êrîşan da nemirin wê ji birçîna bimirin."

Mihemedê diyar kir ku ji ber êrîşên gur ên rejim û Rûsyayê ew ji neçariyê ketin binê erdê û wiha dewam kir, "Stargehên binerd tijî zarok û jin in. Di vê stargehê da zêdetirî 150 jin û 200 jî zarok hene. Stargehên li Xûtaya Rojhilat biteşkilat nînin. Stargeh saxlem nînin, dema bîna dirûxin, stargeh jî pê ra dirûxin."

- "Welatên erebî li ku ne, çima bêdeng in?"

Gade Um Besam ku yek ji wan dayîkan e ku xwe spartiye stargeheke binerd, diyar kir ku ji ber êrîşan, ew tevî zarokên xwe berjêrî stargeha binerd bû.

Besamê wiha got, "Me di binê erdê da asê mane. Li Xûtaya Rojhilat her cure êrîş û rûxîn heye. Li vir gelek tişt diqewimin. Ceyran û çira tuneye. Em di nava tirs û xofê da dijîn."

Um Besamê bal kişand ku bi çekên qedexe, ew tên bombebarankirin û wiha dewam kir, "Ji serê sibê vir va 200 roket avêtin. Zarok nan dixwazin. 7 roj e em li vir in, lê tiştek tune em bixwin. Ka li ku ne welatên dinyayê, ez bangî wan dikim! Welatên erebî ka li ku ne, çima bêdeng in, çima bêdeng in?"

- "Xwedê, Beşar efû neke"

Eyşeya piçûk ku dê bavê wê mirine, got ku ji ber bombardimanên tund ev qedereke ew ji stargehan nikarin derkevin derva.

Eyşeya piçûk wiha xeberda, "Em ji Xûtaya Rojhilat in, 10 roj e em di stargehan da ne. Me kes nîne ji xeynî Xwedê. Li vir biçîbûn, êrîş, balafir û roket hene."

Eyşeyê bal kişand ku ew bi tirs û xof xwe di stargehan da vedişêrin û wiha got, "Tu kes hizra me nake. Tiştekî me tune, xwarin vexwarina me tuneye, bi tenê birçîbûn heye. Em ne bi şev ne jî bi roj dikarin razên. Xwedê, Beşar efû neke."

- Ev hefteyek e bombardimanên gur dewam dikin

Li gorî agahiya ku ji Parastina Sivîlan a li Xûtaya Rojhilat hat wergirtin, di êrîşên rejimê da di nava vê hefteyê da hejmara kuştiyan nêzîkî 400 kesî bû.

Rejimê vê hefteyê 22 navendên tenduristiyê, mizgeftek û êtîmxaneyek kirin hedefa xwe.

Li Xûtaya Rojhilat ku di kontrola muxalifan da ye, nîvî jê zarok qedera 400 hezarî sivîl ev 5 sal in di bin dorpêçê da dijîn.

Ligel ku di peymanên Astanayê da Xûtaya Rojhilat jî wekî herêma bêşer hatibû ragihandin, lêbelê rejima ku Rûsya garantorê wê ye, ji nîsana çûyî vir va dorpêça xwe ya li herêmê bêtir tîne hev. Li herêma ku her diçe qeyrana mirovî lê kûrtir dibe bi sedan jê acil, bi hezaran nexweşên sivîl li benda texliyeyê ne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.