Dinya

Li Xûtaya Rojhilatê di 3 rojên dawîn da ji 250yî zêdetir sivîl hatin kuştin

Li Xûtaya Rojhilatê hejmara sivîlên ku di 3 rojên dawîn da hatin kuştin ji 250yî derbas bû.

Haydar Şahin  | 22.02.2018 - Rojanekırın : 22.02.2018
Li Xûtaya Rojhilatê di 3 rojên dawîn da ji 250yî zêdetir sivîl hatin kuştin

Doğu Guta

XÛTAYA ROJHILAT/ANKARA 

Li Xûtaya Rojhilatê ya di dorpêça rejima Beşar Esed da hejmara sivîlên ku di 3 rojên dawîn da hatin kuştin ji 250yî derbas bû.

Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê ji Xûtaya Rojhilatê dan, rejima Esed di van 3 rojên dawîn da bi bombeya warêlê û sîlahên cuda va ji beja û hewayê êrîşî Xûtaya Rojhilatê dike.

Di van 3 rojên dawîn da hejmara kuştiyan ji 250yî derbas bû.

Teyareyên rejimê di 3 rojan da 22 navendên tenduristiyê û duh bi şev jî Mizgefta Nûrê ya li navçeya Dumayê bombe kir.

Li hemû mizgeftên li herêmê bi acilî li xwînê digerin.

Nûçegihanên AAyê yên li herêmê destnîşan kirin ku îro jî êrîş dewam dikin lêbelê hê hejmara kuştiyan eşkere nîne.

Navê nexweşxaneyên hatin bombekirin wiha ne:

Nexweşxaneya Seqbayê (2 caran) Navenda Welidandinê ya Seqbayê, Dermanxaneya Merc, Nexweşxaneya Ehiye Nefsê, Nexweşxaneya Arbînê, Nexweşxaneya Enwer,Navenda Xilaskirina Canekî, Nexweşxaneya Cobarê, Nexweşxaneya Xamûriyeyê (2 caran), Navenda Psîkoterapiyê ya Emekê, Nexweşxaneya Heyatê, Nexweşxaneya Dumayê, Nexweşxaneya Kefer Batnayê, Nexweşxaneya Beyt Sawayê, Navenda Tenduristiyê ya Rehmetê, Medîaraya Sîstema Ambûlansê, Nexweşxaneya Cisrînê, Navenda Welidandinê ya Dumayê, Nexweşxaneya Yamanê, Navenda SARCê ya li Dumayê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.