Dinya

Li Xûtaya Rojhilatê qetlîam didome

Di êrîşên ku rejima Esed a li Sûriyeyê birin ser Xûtaya Rojhilatê de 32 sivîl mirin

Elif Orhan  | 25.02.2018 - Rojanekırın : 26.02.2018
Li Xûtaya Rojhilatê qetlîam didome

İdlib

XÛTAYA ROJHILAT/ÎDLIB 

Li Sûriyeyê li di êrîşên asîmanî yên ku rejima Esed birin ser Xûtaya Rojhilatê ya bin eblûqeyê de 32 sivîl mirin.

Li gor agahiyên ku ji navenda Parastina Sivîlan a Xûtaya Rojhilatê hatin bidestxistin li cî û warên sivîlan li Dûmayê 17, li Keferbatnayê 2, li Xamuriyeyê 2, li Harestayê 4, Seqbayê 2, Arbînê 2, Afterîsê 1 û Beyt Sawayê jî 2 bi tevahî 32 sivîl mirin.

Di agahiyên ku hatin bidestxistin de di 6 rojên dawîn di êrîşên tund ên rejimê de 389 mirin.

Rejimê di 6 rojên dawîn de 22 navendên tenduristiyê, mizgeftek û êtîmxaneyek hedef girt.

Li Xûtaya Rojhilatê ya bin kontrola mixalifan de nêzî 400 hezarî mirov dijîn.

Li Xûtaya Rojhilat ku di kontrola muxalifan da ye, nîvî jê zarok nêzî 400 hezarî sivîl dijîn. Ligel ku di peymanên Astanayê da Xûtaya Rojhilat jî wekî herêma bêşer hatibû ragihandin, lêbelê rejima ku Rûsya garantorê wê ye, ji nîsana çûyî vir va dorpêça xwe ya li herêmê bêtir tîne hev. Li herêma ku her diçe qeyrana mirovî lê kûrtir dibe bi sedan jê acil, bi hezaran nexweşên sivîl li benda texliyeyê ne.













Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın