Dinya

Li Yemenê êrişî Balyozxaneya Îranê kirin

Li Senaya paytextê Yemenê bi topa hawinê va êriş li Balyozxaneya Îranê hat kirin

Türkan Tosun  | 04.12.2017 - Rojanekırın : 04.12.2017
Li Yemenê êrişî Balyozxaneya Îranê kirin

Yemen

SENA

Hat ragihandin li Senaya paytextê Yemenê bi topa hawinê va êriş li Balyozxaneya Îranê hat kirin.

Li gor agahiya çavkaniyên leşkerî, pevçûnên di navbera Hûsiyan û Serokomarê Berê Elî Ebdullah Salih dewam dikin û di van pevçûnan de Balyozxaneya Îranê jî bi topa hawinê va hedef hat girtin.

Hat gotin hê nayê zanîn ku top ji ku hatiye avêtin û ji balyozxaneyê dû derdikeve.

Li Yemenê di navbera Hûsiyan û alîgirên serokomarê berê Salih de ku berê bi hev re hereket dikirin roja şemiyê pevçûn car din gur bûbûn.

Ji sala 2014an vir va di navbera Hûsiyan û alîgirên Salih de rageşî û pevçûn çêdibin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.