Dinya

Li Yêmenê nexweşiya kolerayê

Rêxistina Tenduristiyê ya Cihanê ragihand ku hejmara miriyan derket 398 kesan

Önder Beyter  | 25.05.2017 - Rojanekırın : 26.05.2017
Li Yêmenê nexweşiya kolerayê

Yemen

SANA

 Rêxistina Tenduristiyê ya Cihanê (RTC) ragihand ku li Yêmenê hejmara kesên ku ji ber nexweşiya kolerayê mirin, derket 398 kesan.

Li gorî daxuyaniya li ser hesabê Twitterê yê Ofîsa RTCyê ya li Yêmenê, li 19 parêzgehên Yêmenê ji 27 nîsanê vir va bêtirî 38 hezar û 300 waqieyên kolerayê hatin tespîtkirin. Ji ber nexweşiyê hejmara miriyan derket 398 kesan.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji sisêyan dudu nifûsê Yêmenê nikare ava vexwarinê ya paqij bîter bike û ji ber hindê nexweşiya kolerayê bilez belav dibe.

Komîteya Navneteweyî ya Xaçasor di daxuyaniya xwe ya duşemê da ragihandibû ku hejmara kesên mirin, derket 350yan.

Rêxistina Bijîjkên Sînornenas jî hişyarî dabûn û gotibûn heger tevdîr neyê standin, dibe ku nexweşî ji kontrolê derkeve.

Li Yêmenê ji ber şer û pevçûnên ku ev zêdetirî du salan e berdewam e, nêzîkî 3 milyon însan ji cih û warê xwe bûne û herwiha ev însan nikarin ava paqij a vexwarinê bîter bikin. Ji ber vê sedemê û herwisa ji ber ku zibil û sergo nayên beravkirin, rîska belavbûna kolerayê her ku diçe zêdetir dibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın