Dinya

"Li Îngiltereyê nûçeyên dijî Misilmanan civakê jehrî dikin"

Endamê Kamaraya Lordên Parlamentoya Îngiltereyê Warsî got nûçeyên dijî Misilmanan civakê jehrî dikin û li hember Misilmanan dibin sedema tevgerên nebaş.

Türkan Tosun  | 21.02.2018 - Rojanekırın : 21.02.2018
"Li Îngiltereyê nûçeyên dijî Misilmanan civakê jehrî dikin"

London

LONDRA

Barones Sayeeda Warsiyê endamê Kamaraya Lordên Parlamentoya Îngiltereyê got nûçeyên dijî Misilmanan ên di medyaya Îngilizan de derdikevin civakê jehrî dikin.

Barones Warsî beşdarî rûniştina "Sûcên nefretê û encamên wê yên tund" ya Komîsyona Karên Navxweyî ya Parlamentoyê bû û li wir axivî.

Warsî anî ziman çapemeniya nivîskî her tim Misilmanan hedef digre û li gor sala 2011yan îro bêtir nûçeyên neyînî tên nivîsandin.

Warsî got ev nûçeyên neyînî yên nijadperest û homofobîk civakê jehrî dikin û li hember Misilmanan dibin sedema tevgerên nebaş.

Warsî anî ziman ku ji ber nûçeyên neyinî hin kes bi tirs dijîn, jinên sergirtî dibin hedefa êrîşan, heta wisa ku ew ji bo di rawestgehên metroyê de kes wan dehf nede li ber dîwêr benda trênê disekinin.

Sayeeda Warsî got di sala 2018an de divê em der barê mijara sergirtinê de hê jî nîqaşan nekin.

Warsî bangî Serokwezîr Theresa May û serokê partiya muxalefetê ya sereke Jeremy Corbyn kir û got bila ew behsa Misilmanan û feydeya wan a ku digêhije welêt bikin.

Li gor daneyên Karên Navxweyî di sala 2016an de li Îngiltereyê piştî referanduma ji Yekîtiya Ewropayê derketinê û êrîşên terorê, li dijî Misilmanan sûcên nefretê zêde bûn.

Hat ragihandin li Îngiltereyê 3 milyon Misilman dijîn ku ev jî ji sedî 5ê rêjeya nifûsê welêt e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.