Dinya

Li Îtalyayê erdhej

Li navenda Îtalyayê danê sibê sê erdhejên cuda çêbûn.

18.01.2017 - Rojanekırın : 18.01.2017
Li Îtalyayê erdhej

Roma

ROMA

Li navenda Îtalyayê danê sibê sê erdhej li pey hev çêbûn.

Herêmên navendî yên welêt ku par lê erdhej çêbûbû, îro danê sibê di nav saetekê de sê caran hejiya.

Li gor daxuyaniya Enstîtuya Neteweyî ya Jeofîzîk û Volkanolojiyê ya Îtalyayê li gor saeta herêmî di saet 10.25an de erdheja ku hêza wê 5,3 bû, pişt re saet 11.16an de erdheja ku hêza wê 5,4 bû û herî dawî saet 11.25an de erdheja ku hêza wê 5,3 bû qewimî.

Hat ragihandin ku erdhej li bakurê herêma L’Aqûîla ku 110 kîlometre dikeve aliyê rojhilatê Romayê 10 kîlometre di bin erdê de çêbû.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın