Dinya

Li Îtalyayê erdhej

Li Girava Ischiaya rojavayê Welêt bi lerza 4an erdhej çêbû

22.08.2017 - Rojanekırın : 22.08.2017
Li Îtalyayê erdhej

Roma

ROMA

 Li Îtalyayê mezinahiya erdhêja ku navend Girava Ischiayê bû, ewil weke 3,6 hat pîvan pişt re hat ragihandin ku mezinahiya erdhejê 4 e.

Li gorî agahiyên Estîtuya Volkanolojî û Jeofîzîk a Neteweyî (INGV) erdhej 5 kîlometre di bin erdê de qewimî û herî zêde li taxa Casamicciolaya giravê, hat hîskirin.

Li gorî agahiyên Midûriyeta Giştî ya Parastina Sîvîl heta niha di erdhejê de kesek miriye. Di erdhejê de dêrek hilweşiya û jineke di bin enqazê de mir. Her wiha ekîbîn parastina sivîl gotin ku di bin enqazê de 3 zarok hene û ji bo xellaskirina wan jî dixebitin.

Li gorî xebera Raînews24ê heta niha 25 kes birîndar bûne û rewşa du kesan jî xedar e.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın