Dinya

Li Îtalyayê şepe li ser otêlekê de ket

Hat ragihandin ku li otêla ku şepe li ser da ket gelek kes mirin.

19.01.2017 - Rojanekırın : 20.01.2017
Li Îtalyayê şepe li ser otêlekê de ket

Roma

ROMA

Li Pescaraya bajarê Îtalyayê li herêma Rîgopîanoyê ji ber tesîra erdhejê duh evarê şepe li ser otêla Hotel Rigopîano Gran Sasso Resortê de ket.

Çapemeniya Îtalyayê nivîsand ku şepe li ser otêlekê de ketiye, ji otelê tu kes bersivê nade telefonan û li herêmê gelek kes mirine.

Midûrê Giştî yê Parastina Sivîl Fabrîzîo Curcîo der barê mirî û birîndaran de hejmareke diyarkirî neda û wiha axivî: "Ya ku em dizanin li otêlê 20 kes û 10 xebatkar bi giştî 30 kes hene. Ji bo ku ew bên xilaskirin di nav rewşeke zehmet de xebat dewam dikin. Medya divê rêzê nîşanî tîmên me yên dixebitin û malbatên ku eqrebayên wan li otelê di bin şepeyê de mane, bide."

Curcîo daxuyand ku li herêmê du kesan xeber daye wan ku şepe ketiye, ew jî hatine hewarê.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın