Dinya

Meclisa Bajarê Kerkûkê biryara li ser Waliyê Kerkûkê red kir

Meclisa Bajêr a Kerkûkê di rûniştina ku ereb û tirkmenan boykot kir da biryara ji wezîfeyê dûrxistina Walî Kerîm red kir.

19.09.2017 - Rojanekırın : 20.09.2017
Meclisa Bajarê Kerkûkê biryara li ser Waliyê Kerkûkê red kir

Arbil

KERKÛK

Hat ragihandin ku Meclisa Bajêr a Kerkûkê biryara ku meclisa Iraqê Walî Necmeddîn Kerîm ji wezîfeyê ezil kir, red kir.

Li Meclisa Bajêr îro rûniştin hat kirin û endamên ereb û tirkmen beşdar nebûn. Di rûniştinê da biryara ku meclisa Iraqê der heqê Walî Kerîm de da, hat redkirin.

Serokê Meclisa Bajêr Rêbiwar Talabanî piştî rûniştinê daxuyanî da û îdia kir ku biryara meclisê li dijî destûra bingehîn e û "wan biryar qebûl nekir".

Talabanî bi bîr xist ku ne meclisa Iraqê, Meclisa Bajêr a Kerkûkê Kerîm hilbijart û tenê Meclisa Bajêr dikare wî ji wezîfeyê hilde.

Meclisa Iraqê 14ê îlonê roja pêncşemê Walî Kerîm ji wezîfeyê ezil kiribû.

Waliyê Kerkûkê Kerîm, bi biryara Encumena Kerkûkê alaya Herêma Kurdistana Iraqê li saziyên resmî bilind kiribû. Biryara ji aliyê Kerîm hatibû wergirtin, bûbû sedema nerazîbûna Bexdayê.

Digel vê Encumena Kerkûkê biryar da ku beşdarî referandûma serxwebûnê bibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın