Dinya

Mihemed Baziyanî: "Dubendî di navbera Malikî û Îbadî de heye"

Serokê Navenda Lêkolîn û Stratejiyê HUDAyê Baziyanî got: "Ya ku tê çavnêrîkirin berberiya Şiî-Şiî ye. Pêşbînî dikim ku dê Amerîka jî li ser vê mijarê kar bike. Îbadî dixwaze Heşda Şebî were hilweşandin û loma nehişt beşdarî hilbijartinan bibin."

Hemn Baban  | 07.12.2017 - Rojanekırın : 08.12.2017
Mihemed Baziyanî: "Dubendî di navbera Malikî û Îbadî de heye"

Arbil

HEWLÊR

Serokê Navenda Lêkolîn û Stratejiyê HUDAyê Mihemed Baziyanî, behsa dubendiya di navbera Malikî û Îbadî de kir û got: "Îbadî dixwaze Heşda Şebî were hilweşandin û loma nehişt beşdarî hilbijartinan bibin. Malikî jî li dijî vê xebatan dimeşîne. Halê hazir berberiya di navbera Şiiyan bi xwe de dê pêşeroja welat diyar bike."

Baziyanî li ser rewşa dawîn a Herêma Kurdistanê, têkiliyên Kurdan, Şiiyan Sunniyan, peywendiyên bi welatên cîran re û dahatûya Herêmê bo peyamnêrê AAyê nirxandin kirin.

Serokê Navenda Lêkolîn û Stratejiyê HUDAyê li ser nakokiya di navbera Îbadî û Malikî de sekinî û wiha axivî:

"Ya ku tê çavnêrîkirin berberiya Şiî-Şiî ye. Pêşbînî dikim ku dê Amerîka jî li ser vê mijarê kar bike. Îbadî dixwaze Heşda Şebî were hilweşandin û loma nehişt beşdarî hilbijartinan bibin. Malikî jî li dijî vê xebatan dimeşîne. Halê hazir berberiya di navbera Şiiyan bi xwe de dê pêşeroja welat diyar bike. Îbadî do dosyeyên mezin girtine destê xwe, yek jê dijberiya gendeliyê ku gelek kes ketine navê, ji cîgirên serkomar bigire heta giregirên din. Ya din jî hilweşendina Heşda Şebiyê ye. Loma divê Kurd di vê qonaxê de neçin Bexdayê û pêşî nav mala xwe çareser bikin."

Li ser rêveberiya Iraqê jî ev rexne kirin:

"Ya Îro li Iraqê hukim dike desthilateke mezhebî ye. Iraq ji dewleteke federal dûr e. Lewra destûra federalî binpê kiriye. Parêzgayên Besre, Rûmadî û Mûsil dixwazin bibin herêmê lê nayê qebûlkirin. Loma Iraq dewleteke merkezî ye. Ew bi xwe jî hukim li xwe nake. Îran û Amerîka hukim lê dikin."

Li ser hevkariya digel Amerîkayê jî got:

"Heşda Şebî li ber çavên Amerîkayê êrişî ser Pêşmerge dike. Lewra berjewendiyên Amerîkayê zêdetir digel hikûmeta navendî û dewletê heye. Divê Kurd vê yekê baş bixwînin. Divê Kurd îxaneta ku di 1975an de Amerîkayê bi serê Pêşmerge de anî jî bixwînin. Amerîka tu carî nebûye dostê Kurd û nabe jî."

Der barê siyaseta ku Kurd dimeşînin de jî wiha nirxandin kir:

"Dema Seddam Huseyin ket Kuweytê rewşa Iraqê guherî û me hikûmeta xwe ava kir. Piştî 2003an Seddam rûxiya me hemû navçeyên Kurdistanî xistin destê xwe. Ev hemû nîmet bûn lê me nekarî bi başî digel muameleyê bikin. Loma ev rewşa îro xeletiya me û bêwefayiya Şiiyan bû. Lewra hîç wefaya Şiiyan nebû. Lê mixabin stratejiya Kurdan bi xwe jî tuneye. Loma divê em stratejiya xwe ava bikin."



































Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın