Dinya

Muxalefeta Îranê li Parîsê çalakiyek li dar xist

Konseya Neteweyî ya Berxwedana Îranê li Parîsa paytextê Fransayê çalakiyek li dar xist û polîtîkayên Îranê protesto kir.

Türkan Tosun  | 12.12.2017 - Rojanekırın : 13.12.2017
Muxalefeta Îranê li Parîsê çalakiyek li dar xist

Ile-de-France

PARÎS

Konseya Neteweyî ya Berxwedana Îranê ji bo polîtîkayên Îranê û Hesen Ruhaniyê Serokomarê Îranê protesto bikin li Parîsa paytextê Fransayê çalakiyek li dar xist.

Bi sedan kes beşdarî vê çalakiya muxalefeta Îranê bûn û pankartên ku polîtîkayên Ruhanî û Îranê protesto dikin vekirin.

Çalakvan heta Dîwarê Aştiyê ya nêzîkî Kuleya Eyfelê meşiyan.

Peyama Meryem Rajawiya Seroka Konseyê hat xwendin.

Rajawiyê di peyama xwe de got rejima Îranê mafên mirovan bin pê dike, azadiya însanan sînor dike û divê bê xirabkirin.

Rajawiyê got divê Îran têkiliyên xwe bi rojavayê re baş bike lewra ji bo aştiya herêmê ev hewce dike.

Rêvebirê konseyê Afşîn Alawî ji nûçegihanê AAyê re got armanca wan ew e ku nîşan bidin Îran der barê mafên mirovan û mijarên hawîrdor de çawa pirsgirkan derdixe.

Alawî got siyaseta Ruhanî li herêmê dibe sedema qeyranan û divê Fransa di têkiliyên xwe yên bi Îranê re de baldar be.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın