Dinya

Muxalefetê bangî Barzanî kir: "Referandumê paşve bavêje"

Du tevgerên muxalefetê Goran û Komelê bangî Serokê HKIyê Barzanî kirin û gotin "referanduma serbixwebûnê paşve bavêje"

Ferizat Kaya  | 12.07.2017 - Rojanekırın : 12.07.2017
Muxalefetê bangî Barzanî kir: "Referandumê paşve bavêje"

As Sulaymaniyah

SILÊMANIYE

 Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) du tevgerên girîng Hereketa Guherînê (Goran) û Partiya Koma Îslamî ya Kurdistanê (Komel), li ser "paşveavêtina referanduma serbixwe", danezaneke hevpar weşandin.

Nûnerên Goran û Komelê li Silêmaniyeyê hatin bal hev û li ser "paşveavêtina referanduma serbixwebûnê" danezaneke ji şeş xalan pêk tê weşandin.

Li gorî daxuyaniyê hat xwestin ku "bila serokê HKIyê Mesûd Barzanî û hikûmeta wî biryara referandumê paşve bavêje û bila hilbijartina giştî di wextê xwe de bê kirin."

Di daxuyaniya hevpar de tê xwestin ku bila şert û mercên jiyanê yên welatiyan bên xweşkirin û mehaniyên ku hatine birîn bi tevahî bên dayîn. Her wiha hat gotin ku divê parlemento bê vekirin û muxalefetê jî tevî pêvajoya biryarên siyasî bikin.


 Serokê HKIyê Barzanî di daxuyaniya xwe ya 7ê hezîranê da bi fermî îlan kiribû ku wê referanduma serbixwebûnê ya ku ev demeke dirêj e tê nîqaşkirin di 25ê îlonê de çêbikin. Li ser vê jî Serok Barzanî û heyeta pê re ji bo hin têkiliyan çû Bruksela paytextê Balçikayê. Her wiha Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî jî li ser daweta fermî ya Îranê li Tehranê ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın