Dinya

Muxalif gihîştin Kabûna dorpêçkirî

Li Şama paytextê Sûriyeyê muxalifên li hemberî êrişên rejima Esed rabûn ser xwe ji semta Cobarê bipêşveçûn û gihîştin Kabûna dagirkirî

20.03.2017 - Rojanekırın : 21.03.2017
Muxalif gihîştin Kabûna dorpêçkirî

Damascus

ŞAM

 Li Şama paytexta Sûriyeyê muxalifên ku li hemberî êrişên rejima Beşşar Esed rabûn ser xwe ji semtê Cobarê bipêş ve çûn û gihîştin Kabûna dorpêçkirî.

Di encama pêşveçûna muxalfina da herêma Kabûna di bin dorpêça rejima Esed da û Xutaya Rojhilat gihîştin hev.

Gelek komên muxalif ên li Xutaya Rojhilat ji ber binpêkirinên agirbestê yên rejima Esed tevlî operasyona ku koma muxalif Feyleq er-Rahmanê bi navê "Evdên Xwedê li Cobarê bimînin" da destpêkirin, bûn.

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî hilda komên muxalif ber destê sibehê semtê Cobarê yê li rojhilatê Şamê dikeve di serî da li deh deveran dest bi êrişan kir.

Hêzên muxalif santrala ceyranê, avahiya xerajê ya Abbasiyeyê û febrîqeya tekstîlê bi dest xistin û bipêşveçûna xwe didomînin.

Ehrarûş Şama ji komên muxalif di daxuyaniya der barê operasyonê da got: "Mucahidên bi roniya şeveqê dest bi êrişan kir, milîtanên Esed kuştin û birîndar kirin. Şer û pevçûn heta ku hemû herêm bikeve bin kontrolê wê dewam bikin.

Di daxuyaniyê da hat gotin piraniya herêma pîşesaziyê ya di navbera taxên li Cobar û Kabûnê da dimînin hatin bidestxistin û muxalifên li Kabûnê jî piştgiriyê didin.

Bi hewla muxalifan du herêmên dagirkirî Kabûn û Xûtaya Rojhilat jî gihîştin hev.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.