Dinya

"Mûsil teslîmî qedera xwe hatiye kirin"

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî: "Çekdarên DEAŞê li herêmên Mûsilê hatine dorpêçkirin. Tenê çend rojên wan mane. Lê ev nayê wê me'neyê ku dê bi azadkirina Mûsilê DEAŞ biqede."

Muhammet Kurşun  | 21.06.2017 - Rojanekırın : 21.06.2017
"Mûsil teslîmî qedera xwe hatiye kirin"

Ankara

HEWLÊR

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo eşîretên ereban ragihand ku, "Çekdarên DEAŞê li herêmên Mûsilê hatine dorpêçkirin. Tenê çend rojên wan mane. Lê ev nayê wê me'neyê ku dê bi azadkirina Mûsilê DEAŞ biqede. Ew faktorên ku bûne sedema derketina DEAŞê heta niha jî li Iraqê nehatine çareserkirin."

Barzanî îro li Hewlêrê digel eşîretên sînorê Nînowayê kom bû û got ew faktorên ku bûne sedema derketina DEAŞê heta niha jî li Iraqê nehatine çareserkirin.

Serokê Herêmê destnîşan kir ku qonaxeke hessas û metirsîdar niha û pêşerojê li ber herêmê ye.

Barzanî anî ziman ku derxistina DEAŞê ji Mûsilê bidawîanîna rêxistinê nîne: "Çekdarên DEAŞê li herêmên Mûsilê hatine dorpêçkirin. Tenê çend rojên wan mane. Lê ev nayê wê me'neyê ku dê bi azadkirina Mûsilê DEAŞ biqede. Ew faktorên ku bûne sedema derketina DEAŞê heta niha jî li Iraqê nehatine çareserkirin."

Der barê plana rizgarkirina Mûsilê de Barzanî rexneya xwe anî ziman û got:

"Halê hazir hîç ehemmiyet nayê dayîn û teslîmî qedera xwe hatiye kirin. Berî 2 salan me digel aliyên pêwendîdar Iraq û koalîsyonê civîn kirin da ku planekê ji bo azadkirina Mûsilê deynin. Loma wê demê 2 plan hatin danîn. Yek jê berî kontrolkirinê yek jî piştî rizgarkirinê. Di destpêkê de heyecan û germahî hebû ji bo herdu planan. Lê vê dawiyê ez hîs dikim ku hîç ehemmiyetê pê nadin. Şiroveya halê mewcûd ew e ku teslîmî qedera xwe hatiye kirin. Piştî gelek hewldanan em gihîştin rêkeftinê ku alternatîfeke demkî bibînin. Ji bo arîkariya Encumena Wîlayeta Nînowayê û xelkê bajêr dê mekanîzmayek bihata avakirin. Ji bo ku em çareseriya hemû probleman bikin me çareseriyeke wisa dît."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın