Dinya

Mûsiliyên ji kar, star û ewlekariyê mehrûm in, nikarin vegerin malê

Koçberên navxweyî yên ku li kampa koçberan a li Bexdayê dimînin, digel ku şûnwarên wan bi temamî ji DEAŞê hatin rizgarkirin, ji ber kêşeyên mal, kar, binesazî û ewlekariyê ditirsin vegerên malên xwe.

Önder Beyter  | 03.08.2017 - Rojanekırın : 09.08.2017
Mûsiliyên ji kar, star û ewlekariyê mehrûm in, nikarin vegerin malê

Arbil

BEXDA

Li Iraqê parêzgeha Mûsilê ya ku qedera 3 salan di destê rêxistina terorê DEAŞê da ma û bi saya operasyona leşkerî ya ku 9 mehan ajot hat rizgarkirin, sivîl ji ber kêşeyên mal, kar, binesazî û ewlekariyê vêga nikarin vegerin. Herwiha wer xuya ye ku çareserkirina van pirsgirêkan wê bi salan bajo.

Li navenda parêzgeha Mûsilê ji ber pevçûnan rûxîneke pir mezin çêbû. Ji ber hindê xelk ji pêdiviyên sereke yên jiyanê "star, ewlekarî, xizmet û dahata madî" mehrûm e.

Nişteciha perê rojhilatê bajarê Mûsilê Nadiye el-Cubûrî jî yek ji wan sed hezaran xelkê Mûsilê ye ku ji ber dagirkeriya DEAŞê ya di 10ê Hezîrana 2014an da xaniyê xwe terikand.

Cubûriyê li taxa Zanîngehê ya Bexdayê tevî zarokên xwe ligel 400 malbatên mûsilî li kampa koçberan di nava şert û mercên dijwar da dimîne.

Digel ku bajarê Mûsilê bi temamî ji rêxistina terorê DEAŞê hatiye paqijkirin jî lêbelê mîna Cubûriyê, gelek mûsilî ji ber fikara ewlekariyê û nebûna derfetan nikarin vegerin ser warê xwe.

- Dayika ji Mûsilê Cubûrî: "Ewlekarî pir qels e. Ji ber vê yekê ez nikarim vegerim Mûsilê"

Dayika mûsilî ku ji ber hesreta welat bûye dilkovan, ji peyamnerê AAê ra wiha got, "Cengê mala min wêran kir. Li memleketê min derek nema ku ez lê star bim. Binesaziya av û ceyranê bi temamî rûxiya. Ewlekarî pir qels e. Ji ber vê yekê ez nikarim vegerim Mûsilê."

Digel ku bi awayekî fermî, rizgarkirina Mûsilê hat ragihandin, lêbelê Cubûriyê ji îdiayên wekî, "Li Mûsilê hebûna milîtanên DEAŞê dewam dike û hê jî ji wir nehatine derxistin. Pêkan e ku cardin derkevin ortê û bibin sedema kêşeyan."

- Dibe ku avakirina herêmên rizgarkirî 10 salan bajo

Der heqê nifûsê Mûsilê yê aniha da amarên teqez û piştrastkirî tunene. Lê li gorî daneyên dezgehên fermî yên Iraqê, beriya DEAŞê nifûsê bajêr qedera 2 milyon û 400 hezarî bû.

Li gorî daneyên Wezareta Koç û Koçberiyê ya Iraqê û yên Neteweyên Yekbûyî, di encama operasyona rizgarkirina Mûsilê ku 9 meh ajot da nêzîkî milyonek mûsiliyan malên xwe terikandin.

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberiyê Newroz Settar ji peyamnerê AAyê ra wiha got, "Hejmara malbatên ku vegeriyan herêmên Mûsilê yên rizgarkir, derket 258 hezarî. Wezareta me di her cure amadekariyên xwe da berdewam e ku koçberên nava welat vegerin malên xwe."

Wezareta Plansaziyê ya Iraqê di raporeke xwe ye ku çendek berê weşandibû da, destnîşan kiribû ku di encama operasyona rizgarkirina Mûsilê da tevî şûnwarên sivîlan, ji sedî 80yî bajêr bi temamî rûxiyaye.

Di heman raporê da hatibû diyarkirin ku ji bo jinûva avakirina deverên ji DEAŞê rizgarkirî, nêzîkî 100 milyar dolarî pere û herwiha 10 sal jî mawe pêwîst e.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın