Polîtîka, Dinya

Namzedê Balyozê Rûsyayê ji bo Enqereyê diyar bû

Wezareta Derveyî ya Rûsyayê navê Aleksey Yerhov ji bo Balyoziya Rûsyayê li Enqereyê pêşniyar kir, Komîteya Têkiliyên Navneteweyî jî qebûl kir

Muhammet Kurşun  | 18.05.2017 - Rojanekırın : 19.05.2017
Namzedê Balyozê Rûsyayê ji bo Enqereyê diyar bû

Moskova

MOSKOVA

Wezareta Derveyî ya Rûsyayê navê Dîrektorê Beşa Rêveberiya Qeyranê li Wezareta Derveyî Aleksey Yerhov ji bo Balyoziya Rûsyayê li Enqereyê pêşniyarî parlamentoyê kir, Komîteya Têkiliyên Navneteweyî jî qebûl kir

Çavkaniyeke ji Komîtiya Têkiliyên Navneteweyî a Dûmayê ku beşa di bin Parlamentoya Rûsyayê re ye, di daxuyaniya Ajansa TASSê de diyar kir ku di civîna komîteyê de Yerhov ji bo Balyoziya Enqereyê munasib hat dîtin.
Li gor qanûnên Rûsyayê navê balyoz pêşkêşî parlamentoyê tê kirin. Eger Komîteya pêwendîdar munasib dît pêşkêşî Serokê Dewletê tê kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın