Dinya

NYê li ser alaya HKIyê daxuyanî da

NYê ragihand, li bajarê Kerkûkê bi avahiyên qamûyê va daliqandina alaya HKIyê dibe sedema fikarê.

22.03.2017 - Rojanekırın : 23.03.2017
NYê li ser alaya HKIyê daxuyanî da

New York

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ

Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir, li bajarê Kerkûkê bi hemû avahiyên dewletê va daliqandina alaya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) dibe sedema fikarê.

Li gor daxuyaniya ku ji Mîsyona Alîkariyê ya Iraqê ya NYê hat dayîn, li gor makezagona Iraqê Kerkûk di nav sînorê hikûmeta navendî ya Iraqê da ye û divê ji bilî alaya Iraqê tu ala lê neyên daliqandin.

Di daxuyaniyê da hişyarî hat dayîn û hat gotin ku li Iraqê gelek nijad û komên dînî hene, divê hevsengî û aştiya navbera van nijad û komên dînî neyê xerabkirin û gavên yekalî neyên avêtin. Hat gotin ku li bajarê Kerkûkê bi avahiyên qamûyê va daliqandina alaya HKIyê dibe sedema fikarê.

Walî Kerîmê endamê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), heftêya borî ji Meclisa Bajarê Kerkûkê ra nivîsek şand û ji bo pîrozbahiyên Newrozê telîmat dabû ku ji bilî alaya Iraqê li hemû avahiyên sazî û sazûmaniyên li Kerkûkê alaya HKIyê jî were daliqandin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.